Supaya Pasdaran: Tengava Hurmizê vegeriya rewşa berê

3 demjimêr berê
Nîşan Tengava Hurmizê Îran Îbrahîm Zulfiqarî Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran diyar kir ku Amerîka pêbendî sozên xwe nebûye, loma Tengava Hurmizê dê di bin kontrola hêzên çekdar ên Îranê de be.

Berdevkê Baregeha Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî got, "Piştî wê rêkeftina ku berê di dan û standinan de hatibû kirin, Komara Îslamî ya Îranê bi niyeteke baş razî bû ku hejmarek keştiyên petrolê û keştiyên bazirganiyê bi awayekî sînordar di Tengava Hurmizê re derbas bibin lê mixabin Amerîkî bi dubarekirina binpêkirina sozên xwe, karên çetetiya deryayî didomînin."

Zulfîqarî got, "Ji ber vê yekê kontrola Tengava Hurmizê vegeriya rewşa xwe ya berê û di bin birêvebirin û kontrola tund a hêzên çekdar de ye."

Îbrahîm Zulfîqarî di berdewamiyê jî de got, "Heta ku Amerîka rê nede çûn û hatina azad û temam a keştiyan a ji Îranê ber bi cihên diyarkirî ve û berevajî wê, tengav dê bi tundî were kontrolkirin û vedigere rewşa berê."

Ev di demekê de ye ku doh Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihandibû ku hevdemî agirbesta li Libnanê, Tengava Hurmizê ji bo dema mayî ya agirbestê bi temamî li ber hemû keştiyên bazirganiyê vekirî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst