Natiq Nûrî ji ofîsa Rêberê Îranê îstîfa kir

18-05-2017
RÛDAW
Nîşan Îran Hilbijartin Ofîsa Rêberê Îranê Elî Ekber Natiq Nûrî Îstîfa
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Siyasetvanê navdarê îranê û serokê her du xûlên çarem û pêncem ê Parlamentoya Îranê, Elî Ekber Natiq Nûrî ji berpirsatiya xwe ya di ofîsa Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî îsîtfa kir.

 

Elî Ekber Natiq Nûrî di ofîsa taybet bi Xaminêyî de, Berpirsê Lêkolîn û Lidûvçûnan bû.

 

Çavkaniyekî nêzîk ji Natiq Nûrî îro pêncşembiyê zanyariyên derbarê dest ji kar berdana wî ji berpirsatiya xwe di ofîsa rêberê Îranê de piştrats kir.

 

Heman çavkaniyê herwiha ew zanyarî jî red kiriye, ku amaje bi wê yekê dikin ku Natiq Nûrî ji kar hatibe avêtin û tekezî li ser wê çendê hatiye kirin, ku Natiq Nûrî bi dilê xwe dest ji karê xwe berdaye.

 

Li gorî wê çavkaniyê han, Elî Ekber Natiq Nûrî heyamek berî niha biryar daye ku di hilbijartinên vê carê de piştgirî li Hesen Ruhanî bike û di berjewendiya wî de gotara û daxuyaniyan bide.

 

Çavkaniyê nabvorî daye xuyakirin, ku Elî Ekber Natiq Nûrî  di wê baweriyê de ye, ku ofîsa Rêberê Îranê, di nava xelkê de xwedî pêgeheke mezin e û nabe ku di ber nêrînên bizavên siyasî û partiyan de were bikaranîn.

 

Li gorî wan zanyariyan, Nûrî ji ber wê çendê wiha baş zaniye, ku mana wî di posta xwe ya li ofîsa rêberiyê de, li gel nêrînên wî yên derbarê hilbijartinan de guncaw nînin û ji ber wê sedemê nameya dest ji kar berdana xwe pêşkêşî Rêberê Îranê Elî Xaminêyî kiriye, lê belê derbarê wê yekê de ku gelo Xaminêyî îstîfaya wî qebûl kiriye yan na, ti zanyarî nehatiye ragihandin.

 

Natiq Nûrî yek ji kesatiyên giring ên Komara Îslamiya Îranê ye û niha Endamê Encumena Diyarkirina Berjewndiyên Komara Îslamî ya Îranê jî ye.

 

Di xûla heftem a hilbijartina serokatiya Îranê de jî bibû berbijarê serokomartiyê û bi Mihemed Xatemî re rikeberî dikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst