Li Îranê 3 ciwan li ber çavên gel hatin îdamkirin

1 demjimêr berê
Nîşan Îran Ciwan Îdam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê 3 kesên ku di dema xwenîşandanên ji ber krîza aborî de bi “kuştina du polîsan” hatibûn tohmetbarkirin hatin bidarvekirin.

Ew her sê xort vê sibehê li bajarê Qumê li ber çavên xelkê hatin daleqandin.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên dadweriyê yên Îranê û Ajansa Nûçeyan a Farsê (fermî), wan sê xortan 8ê Kanûna Paşîn a 2026an di bûyerên li bajarê Qumê de bi kêran êrişî polîsên bi navê Ebas Esedî û Mihemed Qasimî Hempûr kiriye.

Nasnameyên wan hatin eşkerekirin

Navenda Çapemeniyê ya Hêza Dadweriyê agahiyên derbarê van kesan parve kirin.

Li gorî wan agahiyan, ev kes bi tawana "xerakirina tekûziya giştî", "kuştina biqest" û "şerê li dijî dewletê" hatine îdamkirin.

Navên wan Mehdî Qasimî, Salih Mihemedî û Seîd Dawûdî ne.

Di daxuyaniyê de hat angaştkirin ku gumanbar di dema darizandinê de li tawanên xwe mikur hatine û wan di dema tetbîqata li cihê bûyerê de kêliya kuştinê bi hûrgilî vegotiye.

Xwenîşandan

Li Îranê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber ku tumen li hemberî diravên biyanî bi awayekî rekor qîmetê xwe ji dest da û krîza aborî kûr bû, esnafên Bazara Mezin a Tehranê dikanên xwe girtin.

Xwenîşandanên ku bi pêşengiya esnafan dest pê kiribû, di demeke kurt de veguherîn çalakiyên siyasî û li seranserê welêt belav bûn.

8ê Kanûna Paşîn bûyer gurtir bûn û di serî de li paytext Tehranê, li gelek bajaran pevçûnên tund rû da.

Hikûmetê ji ber hincetên ewlehiyê gihiştina înternetê li seranserê welêt sînordar kiribû.

Bîlanço

Li ser hejmara kesên ku di xwenîşandanan de mirine, di navbera saziyên fermî û rêxistinên mafên mirovan de cudahiyên mezin hene.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku ji roja destpêkirina xwenîşandanan heta niha 5 hezar û 858 kesan canê xwe ji dest daye û 41 hezar û 283 kes jî hatine desteserkirin.

Saziya Tiba Dadî ya ser bi “Weqfa Şehîd û Xaziyên Îranê” ve daxuyand ku di bûyeran de bi tevahî 3 hezar û 117 kes (hêzên ewlehiyê û sivîl jî di nav de ne) hatine kuştin.

Li gorî rapora fermî, 2 hezar û 427 kes ji aliyê "komên terorîst ên çekdar" ve bûne hedef.

Lê derbarê 690 kesên mayî de ti agahî nehatin parvekirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gotibû, “Hêzên ewlehiyên yên Îranê 32 hezar kes kuştine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst