Qalîbaf: Kontrola Tengava Hurmizê di destê me de ye

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Şer Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê ragihand ku kontrola Tengava Hurmizê di destê Komara Îslamî ya Îranê de ye.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf hişyarî da ku eger Amerîka kiryarên xwe bidomîne, ew dê çûn û hatina deryayî ya li wê derê sînordar bikin.

Mihemed Baqir Qalîbaf di peyameke vîdeoyî de qala rûbirûbûna Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê û artêşa Amerîkayê kir.

Qalîbaf diyar kir ku ev rûdan hevdemî dan û standinên li Pakistanê pêk hatiye.

Qalîbaf got ku Îran li hemberî tevgera keştiyeke mayînrij a Amerîkayê rawestiyaye û ev kar wekî "binpêkirina agirbestê" pênase kir.

Li gorî gotina Qalîbaf, piştî hişyariya Îranê, aliyê Amerîkayê bi paş ve vekişiyaye.

Blokeya Trump û bihayê petrolê

Serokê Parlamentoya Îranê li ser dorpêça Amerîkayê got:

"Em rê nadin rewşek çêbibe ku welatên din di Tengavê re derbas bibin lê Îran ji wê rêyê bêpar bimîne."

Ev aloziya nû ya li Tengava Hurmizê piştî wê yekê tê ku şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de rawestiyaye û agirbesteke du hefteyî heye ku tenê çar rojên wê mane.

Hefteya borî bi navbeynkariya Pakistanê, her du alî li ser agirbesteke demkî ya 2 hefteyan li hev kiribû da ku derfetê bidin dîplomasiyê.

Lê belê dan û standinên rûbirû yên li Îslamabadê ji ber mijara nukleerê gihîştin bendekê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îran amade nîne dest ji bernameyên xwe yên nukleerî berde.

Ji ber vê yekê Trump ferman da hêzên deryayî yên welatê xwe ku Tengava Hurmizê dorpêç bikin û rê li ber her keştiyekê bigirin ku petrola Îranê vediguhêze.

Tengava Hurmizê ku rojane nêzîkî 20 milyon bermîl petrol tê re derbas dibe, niha bûye navenda hevrikiyeke cîhanî.

Îrana ku berê gefa girtina temamî ya tengavê xwaribû, niha rûbirûyî dorpêçeke deryayî ya Amerîkayê bûye ku dahata petrola wî welatî gihandiye "sifirê".

Ev rewş ne tenê metirsiya hilweşandina agirbestê û destpêkirina şer çêdike, di heman demê de petrol li bazarên cîhanê kiriye bi 120 dolarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst