Supaya Pasdaran: Nûçeyên gera duyem a dan û standinan ne rast in

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Supaya Pasdaran Amerîka Dan û Standin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku nûçeyên li ser lidarxistina gera duyem a dan û standinên li Îslamabadê ne rast in.

Supayê destnîşan kir ku "mêtingeriya Amerîkayê" û domandina dorpêça deryayî rê li ber bipêşketina gotûbêjan digirin.

Supaya Pasdaran li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku daxwazên "neaqilane û nerast" ên Amerîkayê û daxuyaniyên wan ên dijberî hev bûne sedem ku dan û standin bi pêş ve neçin.

"Binpêkirineke eşkere ye"

Supaya Pasdaran daxuyand, ew tiştê ku Amerîka jê re dibêje "dorpêça deryayî" binpêkirineke eşkere ya peymana agirbestê ye.

Her wiha hat gotin, "Di bin siya van gefan de, ji bo dan û standineke berhemdar ti asoya zelal nayê dîtin."

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku nûçeyên Amerîkayê tenê "lîstikeke medyayî" ne.

Hat destnîşankirin ku ev yek di çarçoveya "lîstika tawanbarkirinê" de ye û armanca wan ew e ku zextê li Îranê bikin.

Metirsiya destpêkirina şer

Ev helwesta Supaya Pasdaran piştî wê yekê hat ku gera yekem a dan û standinên li Pakistanê ji ber pirsgirêka nukleerê xitimîbû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman dabû ku dorpêça deryayî deynin ser Îranê.

Ji ber vê yekê, Tehranê ji bo vegera li ser maseya gotûbêjan mercê rakirina dorpêçan danî.

Niha ji bo bidawîbûna agirbesta demkî tenê 2 roj mane û metirsiya destpêkirina şerê di navbera aliyan de heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst