Li Tewrêzê 13 endamên Besîcê hatin kuştin

2 demjimêr berê
Nîşan Tewrêz Besîc Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de, doh li Tewrêzê bombeyek avêtin xaleke kontrolê.

Di vê êrişê de 13 milîsên Supaya Pasdaran (Besîc) hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Parêzgariya Azerbeycana Rojhilat

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Karkeran a Îranê (ILNA), Parêzgariya Azerbeycana Rojhilat (Tewrêz) li ser mijarê daxuyaniyek daye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku doh li herêma Qeremelkê ya bajarê Tewrêzê bi bombeyam êrişî xaleke kontrolê hatiye kirin.

Hat eşkerekirin ku di encamê de 13 milîs hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.

Êrişa bi dronan a li Melekanê

Li aliyê din, doh li navçeya Melekanê ya parêzgeha Azerbeycana Rojhilat jî dronekê li wesayîteke leşkerî xist.

Her wiha perçeyên şarapnelê li otomobîleke sivîl ketin.

Di encama vê êrişê de jî yek jê peywirdarê ewlehiyê 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Tê destnîşankirin ku di rojên dawî yên êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de, êrişên bi dronan ên li ser xalên kontrolê yên hêzên ewlehiyê zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst