Elî Mihemed Naînî hat kuştin

1 demjimêr berê
Nîşan Berdevkê Supaya Pasdaran Elî Mihemed Naînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Elî Mihemed Naînî di êrişa Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê (nîvfermî) ya ku nûçeya xwe spartiye daxuyaniya Supaya Pasdaran, Elî Mihemed Naînî vê sibehê di êrişa Amerîka û Îsraîlê de hatiye kuştin.

Derbarê hûrgiliyên êrişê de ti agahî nehatin dayîn.

Li gorî nûçeyê, Naînî vê sibehê hatiye kuştin.

Elî Mihemed Naînî beriya ku were kuştin ji rojnameya IRANê re gotibû, “Dema ku dijmin nema dê ev şer biqede.”

Serkirdeyên kuştî

Di şerê heta niha de hinek serkirdeyên Îranê yên herî darîçav ên ku hatine kuştin ev in:

Rêberê Olî Elî Xamineyî

Serokê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî Elî Larîcanî

Serokê Encumena Parastinê Elî Şemxanî

Wezîrê Parastinê Elî Nasirzade

Wezîrê Îstixbaratê Îsmaîl Xetîb

Sererkan Ebdulrehîm Mûsewî

Fermandarê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpûr

Fermandarê Hêzên Besîcê Xulamreza Silêmanî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst