Elî Mihemed Naînî gef li Îsraîlê xwar

3 demjimêr berê
Nîşan Supaya Pasdaran Gef Îsraîl Elî Mihemed Naînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Elî Mihemed Naînî got, “Dema ku dijmin nema dê ev şer biqede.”

Naînî li dijî daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya ku digot "Îran êdî nikare mûşekên balîstîk hilberîne " derket.

Naînî ji rojnameya "IRAN"ê ya dewletê re axivî û îdiayên derbarê kapasîteya mûşekan a welêt red kirin.

Berdevkê Supaya Pasdaran diyar kir ku ew mûşekan çêdikin û got:

“Di şert û mercên şer de jî em mûşekan hildiberînin. Ev rewşeke sosret e û di warê stokkirinê de jî ti pirsgirêka taybet nîne."

“Heta ku dijmin bi temamî têk biçe...”

Naînî di daxuyaniya xwe de derbarê berdewamiya şer de jî îfadeyên balkêş bi kar anîn.

Wî destnîşan kir ku gelê Îranê li bendê ye û wiha pê de çû:

"Mirov li bendê ne ku şer heta ku dijmin bi temamî têk diçe bidome.

Divê ev şer tenê dema ku siya şer ji ser welêt rabe bi dawî bibe."

Netanyahu çi gotibû?

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu şeva pêncşemê li Qudisê konfêranseke rojnamegeriyê li dar xistibû.

Netanyahu di daxuyaniya xwe de gotibû:

"Piştî 20 rojan ez dikarim ji we re vê yekê bibêjim: Îro ne kapasîteya Îranê ya dewlemendkirina (meyandin) uranyumê ne jî ya hilberîna mûşekên balîstîk maye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst