Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Avakirinê ya Parlamentoya Îranê Mihemed Riza Rezayî Koçî ragihand ku wan pêşnûmeyeke yasayî ya berfireh ji bo birêvebirina Tengava Hurmizê amade kiriye û ew dê di demeke nêzîk de were pesendkirin.
Li gorî vê pêşnûmeya nû, şertên nû û tund ji bo derbasbûna keştiyan a ji wî rêrêwa stratejîk tên danîn.
Mihemed Riza Rezayî Koçî ji medyaya fermî ya welatê xwe re got:
“Parlamentoya Îranê projeyek amade kiriye ku dê di demeke nêzîk de were pesendkirin. Li gorî vê projeyê, kontrola Îranê ya li ser Tengava Hurmizê dê tundtir bibe.”
Li gorî pêşnûmeya nû, çar mercên sereke ji bo çûn û hatina keştiyên bazirganî û petrolê yên li tengavê hatine diyarkirin:
Yekem: Derbasbûna her bar û keştiyeke ku têkiliya wê bi Îsraîlê re hebe, bi temamî tê qedexekirin.
Duyem: Keştiyên wan welatên ku wekî “welatê dijmin û neyar” hatine diyarkirin, bêyî destûra Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê mafê wan nîne ku ji wî tengavê derbas bibin.
Sêyem: Ew welatên ku zerer dane Îranê, heta ku zererên wê telafî nekin, mafê derbasbûnê yê Tengava Hurmizê jê re nayê dayîn.
Çarem: Derbasbûna ji Tengava Hurmizê dê bi dayîna bacê be û welat divê bacê bi pereyê Îranê (Riyal) bidin.
Di pêşnûmeyê de tê gotin ku 30 ji sedî yê dahata wê bacê ji bo bihêzkirina binesaziya leşkerî û şiyanên hêzên çekdar ên Îranê, 70 ji sedî yê din jî ji bo başkirina jiyan û debara xelkê tê terxankirin.
Tengava Hurmizê ku yek ji tengavên avî yên herî girîng ên cîhanê ye ji bo veguhastina enerjiyê, ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê yê 28ê Sibatê ve ji aliyê Îranê ve hatiye girtin.
Berpirsên Îranê dibêjin, êdî kontrola tengavê di destê hêzên çekdar ên vî welatî de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse