Pizîşkiyan: Amerîka dixwaze em xwe radest bikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Îran Amerîka Dan û Standin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku rayedarên Amerîkayê dixwazin gelê Îranê "xwe radest bike."

Pizîşkiyan her wiha diyar kir ku welatê wî serî li ber ti zextan natewîne.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û bertek da siyaseta Washingtonê.

Pizîşkiyan di peyama xwe de got, "Pabendbûna bi sozan, bingeha rast a her gotûbêjê ye lê ew rêbaza neavaker û nakok a ku rayedarên Amerîkayê di van rojên dawiyê de girtiye ber, hilgirê peyameke tehl e."

Serokkomarê Îranê amaje bi wê yekê jî kir ku li Tehranê li hemberî reftarên hikumeta Amerîkayê bêbaweriyeke kûr a dîrokî heye.

Pizîşkiyan anî zimên, "Amerîkayî dixwazin gelê Îranê xwe radest bike lê gelê Îranê serî li ber zordariyê natewîne."

Mercê Qalîbaf ji bo dan û standinan

Ev daxuyaniya tund a Pizîşkiyan di demekê de ye ku rojnameya New York Timesê ya Amerîkayê li ser zarê du berpirsên bilind ên Îranê eşkere kiriye ku Tehran amadekariyê dike da ku roja sêşemê şandeyekê bişîne Îslamabada paytexta Pakistanê.

Armanca vê şandeyê ew e ku beşdarî gera duyem a dan û standinên bi Amerîkayê re bibe.

Li gorî zanyariyên rojnameya Amerîkayî, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf dê serokatiya şandeya Îranê bike.

Lê mercekî Qalîbaf ji bo beşdarbûna wan gotûbêjan heye.

Qalîbaf tenê wê demê diçe Pakistanê ku "Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance beşdarî dan û standinan bibe."

Wezareta Karên Derve ya Îranê red kir

Tevî belavbûna van nûçeyên derbarê dan û standinan de, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê hemû planên ji bo gera nû ya gotûbêjan red kirin.

Wî ragihand, "Di navbera Tehran û Washingtonê de ti bawerî nîne û ji bo qonaxa bê ya dan û standinan jî ti bernameya me nîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst