Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê ragihand ku hêzên Amerîka û Îsraîlê êrişî Saziya Atomê ya Netenzê kiriye.
Netenz navenda sereke ya dewlemendkirina uranyumê ya Îranê ye.
Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê li ser êrişê daxuyaniyek da.
Saziyê di daxuyaniyê de got:
"Di berdewamiya êrişên tawankarî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û rejîma siyonîst a dagirker a li ser welatê me de, îro serê sibehê tesîsa dewlemendikina uranyumê ya Netenzê hat armanckirin."
Saziya Enerjiyê Atomî ya Îranê dide zanîn ku tevî êrişê jî heta niha "ti rijîna madeyên radyasyonê" li herêmê nehatiye tomarkirin.
Netenz navendeke stratejîk e
Tesîsa Nukleerê ya Netenzê dikeve nêzîkî bajarê Netenzê yê li parêzgeha Îsfehanê ya li naverasta Îranê.
Ev navend beşa herî girîng a bernameya atomî ya Îranê ya ji bo dewlemendkirina uranyumê ye.
Beşên binerd ên vê saziyê bi mertaleke betonî ya zexm hatine parastin ku stûriya wê digihîje nêzîkî 7,6 metreyan.
Li gorî daxuyaniyên berê yên berpirsên Îranê, amûrên santrîfujê yên li vê navendê di kûrahiya 40 heta 50 metreyan de li binê erdê hatine bicihkirin.
Armanc ji vê yekê ew e ku ji "êrişên asmanî" bên parastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse