Hewlêr (Rûdaw) - Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku ew nûçeyên dibêjin heyeta danûstandinan a Îranê ji bo hevdîtinên bi Amerîkayê re çûye Îslamabada paytexta Pakistanê ne rast in.
Di nûçeyê de gotinên rayedarên Îranê hatin bibîrxistin ku wan gotibû ew dê di bin gefan û di bin siya wan kiryaran de ku agirbestê bin pê dikin, dan û standinan qebûl nekin.
Televîzyona Îranê destnîşan kir, "Heta niha ne heyeteke dîplomatîk a yekem ne jî ya duyem ji Îranê neçûye Îslamabada paytexta Pakistanê."
Televîzyona Al Jazeerayê ya Qeterê xwe sipartibû rayedarekî Pakistanî û îdia kiribû ku "heyeta pêşwext a danûstandinan" a Îranê ji bo hevdîtinên bi Amerîkayê re gihiştiye Îslamabadê.
Çi bûbû?
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê li dijî Îranê dest bi şer kiribû.
Piştî şerê 40 rojî, agirbesteke 10 rojî hatibû ragihandin.
Tê çaverêkirin ku agirbest îşev bi dawî bibe.
Ji gera yekem a danûstandinên li Îslamabadê ti encam derneketibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse