Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Îranê, Emîr Elî Mîr Caferî îro destê sibehê îdam kir.
Emîr Elî Mîr Caferî di xwenîşandanên meha Kanûna Paşîn de hatibû girtin ku li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran kesan canê xwe ji dest dabû.
Li gorî nûçeya ajansa nîvfermî ya Îranê Tesnîmê, Emîr Elî Mîr Caferî yek ji wan bi dehan hezar kesan bû ku di xwenîşandanan de hatibû desteserkirin.
Ew xwenîşandan bi banga bidawîanîna desthilata Komara Îslamî ya Îranê hatibûn lidarxistin.
Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê Xulamhuseyîn Muhsinî Ejeyî doh li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
"Di têkoşîna li dijî sîxur, hêmanên xayîn û nokerên êrişkaran de helwesta me bi temamî li gorî pêwîstiyên şer e."
Piştî fermana "tepisandinê" ya Rêberê Olî Elî Xamineyê ku hatibû kuştin, di rûdanan de bi hezaran xwenîşanderan canê xwe ji dest dabû.
Di wan xwenîşandanan de bi dehan hezar kes birîndar bûbûn û herî kêm 20 hezar kes jî hatibûn desteserkirin.
Di navbera 8-9ê Kanûna Paşîn de tenê di nava 48 saetan de bi hezaran kes hatibûn kuştin.
Dîtina bi sedan terman li morgeke li başûrê rojhilatê Tehranê cîhan hejandibû.
Îdiaya hevkariya bi Mossadê re
Ajansa nûçeyan Tesnîma ku nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ye, di nûçeya xwe de ragihand ku Mîr Caferî bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku wî bi komeke xwenîşanderan re agir berdaye mizgeftekê.
Her wiha hat îdiakirin ku Caferî bi hevkariya bi saziya îstixbaratê ya Îsraîlê Mossadê re hatiye tohmetbarkirin û wî ev tohmet "li xwe girtine".
Li hemberî vê yekê, rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku Îran bi awayekî sîstematîk şkence û miameleya nemirovî li girtiyan dike.
Rêxistin diyar dikin ku Îran vê yekê dike ji bo ku tawanên wekî hevkariya bi Îsraîlê re bi girtiyan bide qebûlkirin.
Piştî operasyonên asmanî îdam zêde bûn
Ji 28ê Sibatê ve ku Îsraîl û Amerîkayê dest bi operasyonên asmanî yên li ser Îranê kir, nêzîkî 12 girtiyên siyasî hatine îdamkirin.
Di nav wan girtiyan de kesên ku meha Kanûna Paşîn beşdarî xwenîşandanên li dijî rejîmê bûbûn jî hene.
Di warê dîplomatîk de jî tê çaverêkirin ku şandeya Îranê ji bo gera duyem a dan û standinan biçe Îslamabada paytexta Pakistanê.
Şandeya Îranê dê li wir bi şandeya Amerîkayê ya bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance re bicive.
Parêzvanên mafên mirovan hişyariyê didin ku eger Komara Îslamî ya Îranê li ser pêyan bimîne dibe ku pêleke nû ya îdaman dest pê bike.
Di îdaman de amarên metirsîdar
Li gorî rapora sala 2025an a ku doh ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê û Rêxistina Bi Hev Re Li Dijî Îdamê (ECPM) ve hat belavkirin, Îranê sala borî bi giştî hezar û 639 kes îdam kirine.
Hinek ji wan îdaman li qadên giştî û li ber çavên zarokan hatine kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse