Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê ragihand, eger heta 48 saetan, Îran Tengava Hurmizê veneke, ew dê dest bi bombebarankirina stasyonên enerjî û karebayê yên Îranê bikin.
Di heman demê de, bombebarankirina dezgehên ewlehî û leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê didome.
Serokê Amerîkayê Donald Trump nêzîkî demjimêr 3:00yê berê sibeha îro (bi dema Başûrê Kurdistanê) li ser tora civakî "Truth Social"ê peyamek belav kir.
Trump ragihand, eger Îran ji niha ve heta 48 demjimêrên din Tengava Hurmizê bi temamî û bêyî ti gefekê veneke, Amerîka dê hemû stasyonên hilberîna enerjiyê (kareba) yên Îranê bike armanc.
Wî diyar kir ku ew dê ji stasyonên herî mezin dest pê bikin.
Li beramberî vê yekê, Berdevkê Biryargeha Xatemul Enbiya Îbrahîm Zulfiqar îro bi rêya ajansên nûçeyan ên Îranê daxuyaniyek da.
Zulfiqar ragihand, eger êrişî stasyonên kareba û enerjiyê yên Îranê bê kirin, Îran jî dê êrişî stasyon û projeyên Amerîka û Îsraîlê bike.
Her wiha dê projeyên şêrînkirina avê yên li herêmê ku Amerîka û Îsraîlê çêkirine jî bibin armanc.
Hejmareke zêde ya welatên Kendavê ava xwe ya vexwarinê ji projeyên şêrînkirina avê dabîn dikin.
Bombeyeke taybet a Amerîkayê ya bi navê "Grafît" (Graphite) heye.
Bi wan bombeyan stasyonên karebayê ji kar tên xistin bêyî ku bi temamî werin rûxandin.
Êrişên li Îranê
Ji demjimêr 1ê berê sibeha yekşemê ve, sîstemên parastina asmanî li rojhilat, bakur, navend û başûrê Tehranê çalak bûn û gule berdan asmanan.
Şêniyên Tehranê belav kir ku bi çalakkirina sîstema parastina asmanî re, dengê gelek teqînên bihêz li çend cihên paytexta Îranê hatiye bihîstin.
Roja şemiyê jî gelek cihên li nav û derveyî Tehranê hatibûn bombebarankirin.
Ji berê sibehê heta şeva şemiyê 21ê Adarê, li tax û kolanên Ebas Abad, Lewîzan, Newab, Narmek, Mîrdamad, Tehranpars, Êkbatan, Xanî Abas, Pûnek, Çîtger, Dewlet Abad, Bihar û Mehelatî Azadganê gelek cih bûn armanc.
Her wiha li kolanên Culfa, Pîrozî, Canbazan, Şerîetî û derdora Qada Îmam Huseyîn jî gelek cih hatin armanckirin.
Li bajarên Îslamşehr, Şehriyar, Pakdeşt û Şehrî Reyê yên parêzgeha Tehranê jî gelek xalên leşkerî û sîstemên parastina asmanî hatin bombebarankirin.
Êrişên berê sibehê û sibeha şemiyê yên li Tehranê bi balafiran hatin kirin.
Lê li gorî gotinên wan kesên ku agahî belav kirine, di navbera demjimêr 10 heta 12ê nîvrojê de bi mûşekan êrişî cihên cuda yên nav bajarê Tehranê hatiye kirin.
Yek ji wan cihên ku herî zêde mûşek lê ketine, navenda fermandariyê û baregehên Hêza Asmanî ya Artêşê bûye.
Li Kerec û bajarên din ên parêzgeha Elborzê jî zêdetirî 20 cihî hatin bombebarankirin.
Yek ji wan cihên ku bi giranî hat bombebarankirin, navenda fermandariya Supaya Pasdaran a li bajarê Heştgirdê yê parêzgehê bû.
Balafirên Amerîka û Îsraîlê sibeha şemiyê jî li Şîraza navenda parêzgeha Farsê gelek cih bombebaran kirin.
Medyayên fermî yên Îranê belav kir, di êrişên şemiyê yên li bajarê Şîrazê de hewşa muzeyeke ser bi Wezareta Perwerdeyê ve hatiye armanckirin.
Berê sibeha 22yê Adarê, li bajarê Yezdê baregeheke hêzên bejahî yên Supaya Pasdaran a bi navê "El-Xedîr" û baregeha mûşekî ya li pişt Parka Kuhestanê çend caran ji aliyê balafiran ve hatin bombebarankirin.
Li parêzgeha Îsfehanê, derdora Tesîsa Nukleerî ya Netenzê hat bombebarankirin.
Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, ew cihê hatiye bombebarankirin baregeheke parastina asmanî ya Supaya Pasdaran bûye.
Şeva şemiyê, li bajarê Çabeharê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî çend baregeh û xalên leşkerî hatin bombebarankirin.
Yek ji wan cihên hatiye bombebarankirin, Baregeha Îmam Elî ya Supaya Pasdaran a li Çabeharê ye.
Li bakurê Îranê, li bajarê Ramsarê yê parêzgeha Mazenderanê cihek hat bombebarankirin.
Parêzgarê Mazenderanê dibêje, jin û mêrek û zarokê wan canê xwe ji dest daye.
Di medyayê de hatiye belavkirin ku ew kesê hatiye kuştin, fermandarê beşa dronan ê Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran Seîd Axacanî ye.
Her wiha li bajarê Kiyaşehrê yê parêzgeha Gîlanê avahiyek hat bombebarankirin.
Li gorî gotinên Parêzgarê Gîlanê, di encama êrişê de 2 kes li gundekî ser bi bajarê Kiyaşehrê ve hatine kuştin.
Li nêzîkî bajarê Refsencanê yê parêzgeha Kirmanê jî cihek hat bombebarankirin.
Li gorî wan wêneyên ku hatine belavkirin, agir bi wî cihê ku hatiye bombebarankirin ketiye.
Ew kesên ku wêne li ser torên civakî belav kirine dibêjin ku cebilxane bûye lê Alîkarê Parêzgarê Kirmanê dibêje ku cihên niştecihbûnê bûne armanc.
Parêzgeha Xuzistanê
Roja şemiyê piştî Tehranê, êrişên herî zêde li parêzgeha Xuzistanê hatin kirin
Li wê parêzgeha rojavayê Îranê gelek cih hatin bombebarankirin.
Yek ji wan cihan Baregeha Sereke ya Hejmar 4 a Hêza Asmanî ya Artêşa Îranê bûye ku dikeve navbera bajarên Dêzful û Endîmîşkê.
Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Parêzgeha Xuzistanê dibêje, li Endîmîşkê Nexweşxaneya Îmam Elî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye armanckirin.
Ev nexweşxane, nexweşxaneya giştî ya tenê ya bajarê Endîmîşkê ye.
Wî da zanîn ku ji ber zerereke mezin gihiştiyê wan nexweşxane vala kiriye.
Her wiha li Ehwaza navenda parêzgehê jî ji berê sibehê heta şeva şemiyê çend cih hatin bombebarankirin.
Li gorî nûçeyên medyaya Îranê, yek ji wan cihên ku li Ehwazê hatiye bombebarankirin komelgeheke geştyariyê bûye.
Piştî êrişê Cîgirê Parêzgarê Xûzistanê ragihand ku bombe li zeviyeke vala ya derdora Ehwazê ketine.
Lê wî diyar kir ku zerer gihiştiye herêmeke niştecihbûnê.
Her wiha derengiya şeva şemiyê û berê sibeha yekşemê, komelgeha çêkirin û nûjenkirina keştiyan a li bajarê Xuremşehrê yê parêzgeha Xûzistanê jî hat bombebarankirin.
Ev komelgeh li qeraxên Rûbarê Erwendê (Şetulereb) ye û ser bi Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê ya Îranê ve ye.
Lê belê ev cih ji aliyê Hêzên Deryayî yên Artêşê û Supaya Pasdaran ve jî tê bikaranîn.
Supaya Pasdaran jî îro ragihand ku di êrişa hejmar 73yan a li dijî Îsraîlê de bi giştî 200 kes li Îsraîlê hatine kuştin û birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse