Îran: Îdiaya bidarvekirina 8 jinan ne rast e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Girtina Jinan Bidarvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Dadê ya Îranê îdiaya Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser bidarvekirina 8 jinan red dike.

Desthilata Dadiyê ya Îranê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.

"Dûrî rastiyê ye"

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Angaşta Trump a ku dibêje 8 jin li Îranê li ber bidarvekirinê ne, dûrî rastiyê ye."

Desthilata Dadê ya Îranê li ser çarenivîsa wan jinan ev agahî dan:

"Hinek ji wan jinan hatine berdan. Hinek ji wan jî rûbirûyî hinek tohmetan bûne ku eger ji aliyê dadgehê ve were piştrastkirin, dê di dawiyê de cezayê girtîgehê li wan bê birîn."

Daxwaza Trump a beriya dan û standinan

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja sêşemê li ser hesabê xwe yê tora civakî Truth Socialê daxwaza berdana wan jinan kiribû.

Trump di peyama xwe de wiha gotibû, "Ji bo wan serkirdeyên Îranê ku dê di demeke nêzîk de bi nûnerên min re dan û standinan bikin, ez dê ji bo berdana wan jinan gelekî spasdar bim.

Ji kerema xwe zererê negihînin wan. Ev dê bibe destpêkeke gelekî baş ji bo dan û standinên me."

Navên wan 8 jinan

Li gorî zanyariyan ew 8 jinên ku hatine girtin ev in:    

Bîta Hîmetî, Xezal Qelenderî, Gulnaz Neraqî, Vînus Husên Nejad, Pena Muhîdî, Enîse Necatî, Mehbûbe Şabanî û Dîyana Tahîr Abadî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst