Li Îranê ji ber şer 2 milyon kesan karê xwe ji dest daye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Şer Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê ji ber şerê bi Amerîka û Îsraîlê re pêleke berfireh a derxistina karkeran dest pê kiriye.

Alîkarê Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Îranê Xulamhusên Mihemedî ragihand ku ji ber şer 2 milyon kesan karê xwe ji dest daye.

Derxistina bikom a karker û karmendan, di medyaya civakî de di navbera Îraniyan de bûye yek ji mijarên herî germ.

Xwediyên kar û rayedarên hikûmetê jî vê yekê wekî "hevsengkirina hêza kar" bi nav dikin.

Bandora vê krîzê tenê bi wan kargehên ku ji ber êrişên asmanî hatine girtin sînordar nîne lê bandoreke giran li hilbirîner, firoşkar, bazirganiya hinarde û hawirdekirinê û sektora dîjîtal jî kiriye.

Bandora qutkirina înternetê

Her wiha biryara hikûmeta Îranê ya ji bo qutkirina înternetê ya di dema şer de, zerereke mezin gihandiye sektora teknolojî û dîjîtal a Îranê û bêkarî hîn zêdetir kiriye.

Rayedar dibêjin ku biryara qutkirina înternetê ji ber sedemên ewlehiyê hatiye dayîn û armanc ew e ku rê li ber çavdêrî, sîxurî û êrişên elektronîk bê girtin.

Kanûna Paşîn a borî, Wezîrê Teknolojî, Agahdarî û Ragihandinê yê Îranê Setar Haşimî ragihandibû ku her rojeke qutbûna înternetê, herî kêm 50 trîlyon riyal (35 milyon dolar) ziyanê digihîne aboriya welêt.

Li gorî vê yekê, ji destpêka şer ve înternet nêzîkî 54 rojan hatiye qutkirin û vê yekê zêdetirî 1,8 milyar dolar zerer gihandiye aboriya Îranê.

Êrişên li ser kargehên mezin

Dawiya meha adarê û destpêka nîsanê, Amerîka û Îsraîlê êrişî du kargehên herî mezin ên petrokîmyayê yên Îranê yên li Eselûye û Mahşehrê kir.

Her wiha her du kargehên herî mezin ên polayê an ku Polaya Mobarekeyê û Polaya Xûzistanê jî hatin armanckirin.

Di demekê de ku bi dehan hezar kesan rasterast karê xwe ji dest daye, bi sedan hezar kesên din jî di wan şîrketan de dixebitin ku yan pêdiviyan ji bo van pîşesaziyên sereke dabîn dikin an jî ji bo madeyên xav pişta xwe bi wan girê didin.

Enflasyon û bêkarî bi hev re

Ev pêla bêkariyê ya di sektorên cuda de di demekê de ye ku rêjeya fermî ya enflasyonê Adara 2026an ji sedî 50yî derbas bûye.

Gelek pispor di wê baweriyê de ne ku dê ev rêje di mehên pêş de hîn bêtir bilind bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst