Îran: Me dirêjkirina agirbestê nexwestiye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Îranê daxwaza dirêjkirina agirbesta bi Amerîkayê re nekiriye.

Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê de hat diyarkirin ku ti daxwazên Îranê ji bo dirêjkirina agirbesta bi Amerîkayê re nîne.

"Dorpêç tê wateya dijminatiyê"

Di nûçeyê de her wiha hat destnîşankirin ku berdewamiya dorpêça li Tengava Hurmizê tê wateya berdewamiya dijminatiya Amerîkayê ya li hemberî Îranê.

Her wiha hat diyarkirin ku heta dorpêça deryayî bidome, Îran dê Tengava Hurmizê veneke.

Biryara Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku wî li ser daxwaza Pakistanê biryar daye agirbestê dirêj bike.

Trump dabû zanîn ku ew dê agirbestê dirêj bikin heta ku Îran pêşniyara xwe ya li ser peymanê pêşkêş dike.

"Birêvebiriya Îranê di nav dubendiyekê de ye"

Trump di daxuyaniya xwe de got:

"Rastiyek heye ku birêvebiriya Îranê di nav dubendiyeke cidî de ye.

Li ser daxwaza Marşal Asim Munîr û Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, ji me hat xwestin ku em êrişên xwe yên li ser Îranê rawestînin.

Ev yek dê wisa be heta ku serkirde û nûnerên wan pêşniyareke hevbeş pêşkêş dikin.

Ji ber vê yekê min ferman da artêşa me ku dorpêçê bidomîne û ji her alî ve amade bimîne.

Loma heta ku pêşniyara wan (Îranê) tê pêşkêşkirin û dan û standin bi encam dibin, ez dê agirbestê dirêj bikim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst