Hişyariya fermî ya Tehranê: Bi sedan deştên Îranê dê bibin çol

22-11-2025
Nîşan Îran Kirmaşan Tehran Hesen Wehîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Çavkaniyên Siruştî yê Îranê Hesen Wehîd hişyariyeke tund da û ragihand ku metirsiya çolbûnê li ser 421 deştên Îranê heye.

Li gorî Hesen Wehîd nêzîkî ji sedî 90ê xelkê van herêman rasterast di bin bandora kêmaviyê û encamên wê yên jîngehî de ne.

Hesen Wehîd li Zanîngeha Razî ya Kirmaşanê di 20emîn Konferansa Çavkaniyên Avê ya Îranê de axivî.

 Wehîd tekez kir ku "metirsî li ser niha û paşeroja çavkaniyên avê yên Îranê heye."

Rewşa krîtîk a deştan

Hesen Wehîd da zanîn ku ji ber kêmaviyê, ji 690 deştên berhemdar ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 421 ji wan di rewşeke krîtîk de ne û li ber çolbûnê ne.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku rewşa avê ya Îranê bi awayekî dramatîk guheriye.

Berê, di piraniya deştên Îranê de gol, serav û çavkaniyên avê hebûn lê îsal, ji ber ziwabûn û guherîna avhewayê, beşeke mezin ji wan bi temamî ziwabûne.

Mînaka herî berbiçav Gola Durge Sengî ya li nêzîkî Nexedeyê ye. Ev gol berê tijî av û keskahî bû lê niha dilopek av jî tê de nemaye.

Pêşniyarên ji bo çareseriyê

Îran rûbirûyê krîzeke kûr a ziwabûnê bûye û zenga metirsiya kêmaviyê li piraniya bajarên mezin lê ketiye.

Hesen Wehîd diyar kir ku ev krîz bêyî hevkariya xelkê çareser nabe û da zanîn ku di salên dawî de xelk û sektora taybet bi trîlyonan tumen beşdarî projeyên avê bûne.

Birêvebirê Çavkaniyên Siruştî yê Îranê ji bo çareseriyê du xalên sereke destnîşan kirin.

 Li gorî Hesen Wehîd, divê sûd ji ava lehiyê bê wergirtin û ava ser erdê bi awayekî birêkûpêk bê birêvebirin.

Hesen Wehîd ev pêngav wekî rêya herî girîng a rûbirûbûna guherîna avhewayê û parastina zeviyên çandiniyê dibîne.

"Divê kargeh berpirsiyariya xwe bi cih bînin"

Hesen Wehîd bal kişand ser bandora neyînî ya pîşesaziyê jî.

Birêvebirê Çavkaniyên Siruştî yê Îranê anî zimên ku pîşesazî dibe sedema ziwabûna golan, qirêjiya hewayê û çêbûna lehiyê.

Wehîd ji ber vê yekê bangî kargehên pîşesaziyê kir û got, "Divê ew bi awayekî yasayî û exlaqî, berpirsiyariya xwe ya civakî ya ji bo parastina jîngehê bi cih bînin.

Ev erka wan a yasayî ye."

Hesen Wehîd di dawiyê de ragihand ku pêşnûmayasayek ji bo baştirkirina birêvebiriya çavkaniyên avê hatiye amadekirin û dê ji hikûmet û parlamentoyê re bê şandin.

Li gorî raporên fermî, îsal rewşa Îranê ji aliyê barîna baranê ve di payîzê de ti carî wekî salên borî xirab nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst