Hewlêr (Rûdaw) - Li Tehrana paytexta Îranê, ji bo wan leşkerên Amerîkayê yên ku di şerekî gengaz ê navbera Îran û Amerîkayê de bên kuştin, 5 hezar gor hatine kolan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mehrê ya nîvfermî ku xwe dispêre Saziya Goristana Beheştî Zehrayê, li Tehranê ji bo ku leşkerên Amerîkayê bi awayekî demkî bên veşartin goristan hatiye amadekirin.
Amadekirina goristanan wekî beşekê ji tevdîrên li dijî êrişa gengaz a Amerîkayê ya li ser Îranê tê nirxandin.
Rayedarên Îranê derbarê mijarê hîn daxuyaniyeke fermî nedaye.
Îdiayên suîqestê hatin redkirin
Li aliyê din, hat ragihandin ku îdiayên derbarê suîqesta li dijî Fermandarê Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran a Îranê Elî Riza Tengsîrî de rastiyê nîşan nadin.
Di daxuyaniya hesabê Telegramê yê bi navê "Sepah Pasdaran" de îdiayên li ser medyaya civakî hatin redkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Îdiayên ku dibêjin li Hurmuzganê bi dronan êrişî ser baregeha Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran hatiye kirin, rastiyê nîşan nadin. Li baregehê ti avahiyê zerer nedîtiye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse