Îranê eşkere kir: 3,117 kes hatine kuştin

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Xwenîşandanên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûda) - Encumena Ewlehiyê ya Îranê ragihand ku xwenîşandan ji nerazîbûna aştiyane veguherîn terora birêkxistinkirî û di rûbirûbûna xwenîşandanan de 3,117 kes hatine kuştin.

Encumena Ewlehiyê ya Îranê hûrgiliyên rûdan û xwenîşandanên dawî belav kir.

Serokê Komîteya Ewlehiya Îranê Îbrahîm Ezîzî eşkere kir ku di xwenîşandanan de zerer gihîşt 250 dibistan, 300 mizgeft, 90 navendên zanistî yên Şîeyan û her wiha 2 hezar û 221 otomobîlên hêzên ewlehiyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî "şerê sepandî yê 12 rojî yê Îsraîl û Amerîkayê" û rûbirûbûna Îranê, "dijminan taktîka xwe guherandiye."

Ji ber ku wan nekarî bi rêya leşkerî Îranê teslîm bikin, wan hewl daye yekrêziya civakê xera bikin.

Di beşekî daxuyaniyê de hate gotin ku destpêkê nerazîbûnên karsaz û bazarê li çend bajaran "aştiyane" bûn.

Serokkomar rasterast guh da nûnerên wan û ferman da polîsan ku sebir bikin lê belê pişt re "rêxistinên ku aloziyan derdixin" rêya kombûnan guherand.

Encumena Ewlehiyê ya Îranê eşkere kir ku piştî 8ê Kanûna Paşîn a 2026an, xwenîşandan ber bi tundûtûjiyê ve çûn û zerer gihîşt welat.

Hatiye îdiakirin ku "armanca komên ku alozî derdixistin kuştin û têkdana ewlehiya bajaran bû.”

Encumena Ewlehiyê ya Îranê got, "Terorîstan zerer daye bazar, bank, mizgeft, huseyniye, ambulans û veguhastina giştî."

Îranê her wiha îdia kir ku "sûcên mîna yên DAIŞê wekî şewitandina xelkê, serbirîn û bikaranîna çekên germ pêk hatine."

Amarên xwenîşandanan

Encumena Ewlehiyê ya Îranê ragihand ku ji 3,117 kesên ku di wan rûdanan de hatin kuştin, "2,427 kes ji wan xelkê bêguneh, hêzên ewlehiyê û parêzvanên asayîşê bûn."

Ev di demekê de ye ku Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) amara kuştî, birîndar û desteserkiriyên xwenîşandanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav kir.

HRANAyê ragihand ku kuştina 4 hezar û 519 kesan hatiye piştrastkirin û lêkolîn li ser kuştina zêdetirî 9 hezar û 49 kesên din jî tê kirin.

HRANAyê derbarê birîndaran de got, 5 hezar û 811 kes birîndar bûne ku birînên beşeke wan giran in. ç

Di beşeke din a raporê de hatiye gotin ku heta niha 26 hezar û 314 xwenîşander hatine desteserkirin û medyaya fermî ya Îranê îtirafên bi zorê yên 167 kesan belav kiriye.

Xwenîşandanên Îranê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li dijî giranî û daketina bihayê tûmen ji aliyê karsazên Tehranê ve dest pê kir û pişt re gihîşt parêzgehên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst