Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku di navnera Tehran û Washingtonê de ti dan û standinek nîne
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku rapotên li ser hebûna dan û standinên bi Amerîkayê re nerast in. Tehranê daxuyaniyên dawî yên Donald Trump wekî hewleke ji bo daxistina bihayê enerjiyê û "wextqezenckirinê" pênase kirin.
Wezareta Karên Derve ya Îranê daxuyaniyek belav kir û tekez kir ku ti diyalog di navbera Tehran û Washingtonê de nîne. Wezaretê diyar kir ku armanca Trump a ji van daxuyaniyan ew e ku bihayê neft û gazê li bazarên cîhanî daxe.
Îranê her wiha daxuyand ku Donald Trump bi van gotinan dixwaze wextê qezenc bike da ku planên xwe yên leşkerî pêk bîne.
Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê hewlên welatên herêmê yên ji bo kêmkirina aloziyan jî de, bersiva xwe eşkere kir û got, "Bersiva me ji bo înîsiyatifên welatên herêmê ew e ku me şer nedaye destpêkirin."
Trump êrişên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê ji bo 5 rojan taloq kirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji bo çareserkirina hemû nakokiyên li Rojhilata Navîn, di nava du rojên borî de bi Îranê re "dan û standinên gelekî baş û berhemdar" kirine.
Trump diyar kir ku ji ber vê pêvajoyê, wî êrişên li ser stasyonên elektrîkê û binesaziya enerjiyê ya Îranê ji bo 5 rojan sekinandine.
Donald Trump li ser tora Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û got:
"Ez kêfxweş im ku radigihînim; Amerîka û Îranê di nava du rojên borî de derbarê çareserkirina nakokiyên li Rojhilata Navîn de diyalogeke pir baş kirin."
Trump destnîşan kir ku dan û standinên kûr û hûr dê di nava vê heftiyê de berdewam bikin.
Min ferman da Wezareta Şer ku hemû êrişên leşkerî yên li ser stasyonên elektrîkê û binesaziya enerjiyê ya Îranê ji bo 5 rojan taloq bikin.
Bê guman ev yek bi serkeftina civîn û dan û standinên berdewam ve girêdayî ye."
Vê daxuyaniya Trump berî bidawîbûna ultîmatoma wî ya 48 saetan a ji bo vekirina Tengava Hurmizê hat.
Trump gef xwaribû ku eger Îran tengavê veneke ew dê li stasyonên elektrîkê bixin. Îranê jî bi rûxandina binesaziya enerjiyê ya Îsraîlê û welatên ku baregehên Amerîkayê lê ne bersiv dabû.
Piştî daxuyaniya Trump, bihayê petrola Brent ji sedî 13 daket û bermîla petrolê gihişt 98 dolarî.
Li aliyê din bihayê zêr bilind bû û onseya zêr gihişt 4 hezar û 410 dolarî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse