Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Polîsan a Îranê ragihand ku wan 68 kes desteser kirine.
Navenda Ragihandinê ya Polîsan diyar kir ku beşek ji wan bi şandina zanyariyên leşkerî yên ji bo derve tê tawanbarkirin û beşekî din jî "plana êrişa çekdarî" kiriye.
Navenda Ragihandinê ya Polîsan a Îranê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û ew kes wekî "kirêgirtî û cudaxwaz" bi nav kirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku ew kes li çend parêzgehan hatine desteserkirin.
“Zanyarî dane kanaleke mixalefetê”
Li gorî daxuyaniyê, kesên hatine desteserkirin bi komkirina "zanyariyên hûr ên derbarê cihên leşkerî û cihên kombûna hêzên ewlehiyê" tên tawanbarkirin.
Hat îdiakirin ku wan kesan ew zanyarî ji kanaleke mixalefetê re şandine ku Tehran wê wekî "toreke terorîstî" bi nav dike.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Polîsan, "bi kesên desteserkirî re çek hebûn û plana wan a êrişa çekdarî hebû."
Polîsên Îranê bêyî ku navê cihan bide eşkere kir ku wan di operasyonan de dest daniye ser 88 çekên sar, narincok û amûrên elektronîk.
Şerê Îranê didome
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê 28ê Sibata 2026an dest pê kir û hîn jî didome.
Li Îranê car caran bi tohmeta sîxuriyê li bajarên cuda xelk tê desteserkirin lê heta niha derbarê hejmara kesên desteserkirî de amareke fermî nehatiye belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse