TEHRAN - Pergala parastina asmanî ya Îranê hat çalakkirin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Tehran Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku îşev li çend herêmên paytext Tehranê pergala parastina asmanî hatiye çalakkirin.

Ajansa IRNAyê diyar kir ku li rojavayê bajêr "dengê teqeyên parastina asmanî" hatiye bihîstin û ajansa Mehrê jî ragihand ku pergal ji bo rûbirûbûna "armancên dijminane" ketine dewrê, bêyî ku zanyariyên zêdetir li ser vê mijarê bidin.

Ev ji destpêka agirbestê ve rapota ewil a bi vî rengî ye ku ji aliyê medyaya fermî ve tê belavkirin.

Israel Katz: Em dikarin Îranê vegerînin "serdema kevirî"

 Îro Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gefên tund li Îranê xwarin û got ku Îsraîl "amade ye ji bo destpêkirina ducare ya şerê li dijî Îranê."

Katz her wiha diyar kir ku welatê wî tenê li benda lambeya kesk a Amerîkayê ye da ku Îranê vegerîne "serdema kevirî."

Li gorî nûçeya rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlî, piştî nûçeyên li ser çalakkirina pergalên parastina asmanî yên li Tehranê, çavkaniyeke ji artêşa Îsraîlê ragihand ku wan ti êriş li ser Îranê pêk neaniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst