Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî diyar kir ku dijmin bi hedefgirtina hiş û derûniya xelkê dixwaze yekîtî û ewlehiya neteweyî xira bike.
Mucteba Xamineyî li ser platforma medyaya civakî ya Xê postek belav kir.
Xamineyî bal kişand ser wê yekê ku bi saya yekîtiya di navbera gel de di nav dijminan de şikestinek çêbûye.
Wî tekez kir ku eger ev yekîtî were parastin, dê yekîtî hîn xurtir bibe û dijmin jî hîn lawaztir û bêrûmettir bibin.
"Hişê xelkê hedef digirin"
Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî di peyama xwe de wiha got:
“Operasyonên medyayî yên dijmin bi hedefgirtina hiş û derûniya xelkê, dixwazin yekîtî û ewlehiya neteweyî xira bikin.
Divê em vê yekê piçûk nebînin da ku rê li ber pêkanîna vê niyeta xerab were girtin."
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî îdîa kiribû ku di nav Îranê de şerê serkirdayetiyê û nakokiyên siyasî hene, serkirdeyên Îranê peyamên hevbeş ên yekîtiyê belav kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse