Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Nûçeyan a Farsê ya bi ser Pasdarên Îranê ve, Amerîka û Îsraîlê tawanbar kirin ku wan êrişî avahiya birêvebiriya gazê û stasyoneke kêmkirina pestoya gazê ya li navenda bajarê Îsfehanê kiriye.
Li gorî agahiyên Ajansa Farsê, ev êriş îro (24ê Adara 2026an) serê sibehê hatine kirin û her du saziyên ku bûne hedef li ser heman kolanê ne.
Ji ber van êrişan zerer gihiştiye beşek ji van saziyan.
Her wiha hate ragihandin ku xisar gihîştiye malên li derdora wan saziyan jî.
Li Xuremşarê êrişî xeta gazê hat kirin
Heman ajansê diyar kir ku li gorî raporan, xeta veguhastina gazê ya stasyona elektrîkê ya Xuremşarê ya li rojavayê Îranê jî bûye armanc.
Lê belê Qaymeqamê Xuremşarê derbarê rûdanê daxuyaniyek da.
Qaymeqêm eşkere kir ku mûşekek an jî bermayiyeke teqemeniyê ketiye herêmeke li derveyî stasyona xeta gazê.
Li gorî agahiyan, di vê rûdanê de ti xisara canî çênebûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse