ÎRAN - Mihemed Baqir Zulqadir cihê Elî Larîcanî girt

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Elî Larîcanî Mihemed Baqir Zulqadir Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê piştî kuştina Elî Larîcanî, yek ji fermandarên berê yên Supaya Pasdaran Mihemed Baqir Zulqadir wekî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê hat erkdarkirin.

Alîkarê Serokê Daîreya Ragihandinê ya Ofîsa Serokkomariya Îranê Mehdî Tebatabayî daxuyaniyek da.

Tebatabayî ragihand ku Mihemed Baqir Zulqadir bi erêkirina Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî, wekî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê hatiye destnîşankirin.

Mihemed Baqir Zulqadir kî ye?

Mihemed Baqir Zulqadir piştî şoreşa 1979an a li Îranê tevlî Supaya Pasdaran bû.

Zulqadir di serdema Şerê Îran û Îraqê de wekî fermandarê Qerargeha Remezanê xebitî.

Mihemed Baqir Zulqadir di navbera salên 1997-2005an de Cîgirê Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran bû.

Ew di navbera salên 2005-2007an de, di serdema Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad de Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst