Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê (navenda herî bilind a fermandariya leşkerî ya li Îranê) Îbrahîm Zulfiqarî got, “Heta ku em nexwazin rewş normal nabe.”
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfiqarî hişyariyeke tund da Amerîkayê û got ku Amerîkayê rastî "şikestineke stratejîk" hatiye.
Îbrahîm Zulfiqarî di peyameke xwe de ku îro medyaya Îranê belav kiriye û dibêje:
"Ew hêza stratejîk a ku we bangeşeya wê dikir, veguheriye şikestineke stratejîk.
Eger wê hêza mezin a cîhanê karîba xwe ji vê krîzê rizgar bike, dê heta niha xwe rizgar kiribûya."
Bihayê enerjiyê û aramî
Îbrahîm Zulfiqarî di beşeke peyama xwe de bal kişand ser ewlehiya enerjiyê ya li herêmê û got:
"Hûn dê careke din ne hilbirînên xwe yên li herêmê bibînin ne jî bihayê berê yê enerjî û petrolê bibînin.
Ev dê wiha be heta ku hûn fêm bikin aramî li herêmê tenê bi rêya destê bihêz ê hêzên me yên çekdar tê misogerkirin."
Wî berpirsê leşkerî yê Îranê tekezî li ser wê yekê kir ku dirûşma wan "aramî bi rêya hêzê ye" û amaje bi wê yekê jî kir ku serdema sozên Amerîkayê bi dawî hatiye.
"Heta ku me nexwazin rewş venagere wekî berê"
Berdevkê Xatemul Enbiyayê bi eşkereyî got, "Heta ku em nexwazin rewş normal nabe û venagere wekî berê.”
Zulfiqarî di dawiya peyama xwe de li ser dan û standin û peymana bi Amerîkayê re jî got:
"Kesekî wekî me, bi kesekî wekî we re peymanê nake, ne niha û ne jî ti caran."
Daxuyaniyên Trump û redkirina Îranê
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ew mijûlî dan û standinan in da ku bi Îranê re peymanekê bikin.
Tîmeke bilind a ji berpirsên îdareyê û kesên nêzîkî Trump serperiştiya dan û standinên bi Îranê re dikin.
Di nava vê tîmê de Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio û Şêwirmendên Serokê Amerîkayê Jared Kushner û Steve Witkoff hene.
Lê berpirsên Îranê di medyayê de red dikin ku ti dan û standinê wan ên rasterast yan nerasterast bi Amerîkayê re hebin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse