Êriş û bombebaran hene lê li Tehranê jiyan berdewam dike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Şer Wêranî Jiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tehrana paytexta Îranê êriş û bombebaranên dijwar hene lê dîsa jî jiyan didome.

Li Tehranê ji ber bombebaranan bi hezaran avahî wêran bûne.

Lê belê şêniyên bajêr tevî vê rewşa xirab jî hewl didin jiyana xwe ya asayî bidomînin.

"Çalakiyên me yên aborî didomin"

Parêzgarê Tehranê Mihemed Sadiq Mutemidiyan li ser rewşa bajêr axivî û got:

"Jiyan didome. Hemû çalakiyên me yên aborî ji aliyê bazirgan û esnafên me ve didomin.

Sedema vê jî pêwendiyên me yên kûr ên aborî ne ku bi welatên cîran re hene."

Mihemed Sadiq Mutemidiyan diyar kir ku dibe ku bi milyonan ton kel û pel hatibin kirîn û got, "Ew niha li benderan, li ser keştiyan an jî di rêya veguhastinê de ne."

Xwarin biha bûye

Li bazareke bajarê Tehranê xelk mijûlî kirîn û firotinê ye.

Lê belê bandora şer li gelek cihan tê dîtin.

Piraniya kel û pelan, bi taybetî jî yê xwarinên wekî birinc, goşt û mirîşk biha bûne.

Veguhastina giştî belaş e

Berdevkê Şaredariya Tehranê Ebdulmuteher Mihemedxanî jî da zanîn ku wan ji ber rewşa taybet a şer hewl daye şiyanên xwe yên xizmetguzariyê bi pêş bixin û zêde bikin.

Ebdulmuteher Mihemedxanî got, "Wekî mînak, bazarên fêkî û sewzeyan bi awayekî çalak dixebitin. Firoşgehên ser bi şaredariyê jî bi heman rengî ne."

Li gorî agahiyên ku wî dane, bi biryara Serokê Şaredariya Tehranê veguhastina giştî heta dawiya şer belaş e.

Zêdetirî 82 hezar avahî wêran bûne

Ji destpêka şer ve, Tehrana paytexta Îranê rastî herî zêde êrişan hatiye û gelek cihên sivîl jî ketine ber bombebaranan.

Li gorî agahiyên dawî yên Heyva Sor a Îranê, êrişên asmanî yên Îsraîl û Amerîkayê zerer gihandiye zêdetirî 82 hezar avahiyên li seranserê Îranê.

Hat destnîşankirin ku zêdetirî 25 hezar ji wan avahiyan li Tehranê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst