Îran: Rewşa Tengava Hurmizê wekî berê nabe

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Tengava Hurmizê Îbrahîm Zulfîqarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî diyar kir ku di dilê gelê Îranê de ji xeynî hêvî û biryardariya li ser şer tiştekî din nîne.

Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Supaya Pasdaran Îbrahîm Zulfîqarî peyamek ji Amerîka û Îsraîlê re şand.

Îbrahîm Zulfîqarî got, "Her çi qasî hûn ji dirêjbûna şer birevin jî berxwedana gelê me û hêza hêzên me yên çekdar her kêlî zêdetir dibe."

Hûn bi tena serê xwe şer bi encam dikin û bi xwe re dan û standinan dikin.

Wisa diyar e ku di asta siyasetmedaran de hûn tûşî derbeyeke mêjî bûne."

Zulfîqarî her wiha destnîşan kir ku di dilê gelê wan ê ku li qadê ye de, ji xeynî hêvî û biryardariya ji bo şer tiştekî din nîne.

“Agirê bihayê petrolê di destê me de ye”

Berdevkê Xatemul Enbiyayê Îbrahîm Zulfîqarî her wiha anî zimên:

"Demek e agirê di bin bihayê petrolê de hatiye pêxistin. Kontrola vî agirî di destê me de ye.

Bê guman ev tenê yek ji guhertokên wê hevkêşeya curbicur e ku me di vî şerî de ji bo we amade kiriye."

Zulfîqarî ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê bi xwe avakarê pergalê ye çimkî xwedî dîrok û erdnîgariyê ye û got, "Baş guh bidin, Îran Îran e û dê her wekî Îran bimîne."

Destûra çûn û hatinê di destê Îranê de ye

Îbrahîm Zulfîqarî li ser rewşa Tengava Hurmizê jî got:

"Rewşa Tengava Hurmizê venagere wekî berê. Çi bibe dê li gorî daxwaza me be.

Hûn û her kesê ku pêwendiya wî bi we re hebe mafê we yê derbasbûnê nîne.

Biryara dayîna destûra çûn û hatinê di destê me de ye. Yasaya çûn û hatinê bi awayekî zelal hatiye diyarkirin."

Rojnameya Wall Street Journalê li ser zimanê çend berpirsên Amerîkî ragihand ku dê 27ê Adara 2026an bi hezaran leşkerên deryayî bigihin Rojhilata Navîn.

Ev dîrok tam ew roj e ku Trump wekî roja dawî ji bo Îranê diyar kiribû da ku Tengava Hurmizê veke.

Amerîka hêzên nû dişîne herêmê

Li gorî agahiyan, keştiya êrişê ya USS Tripoli û keştiya USS New Orleans bi 2 hezar û 200 leşkerên yekîneya 31ê ya Deryayî re dikevin nav sînorê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM).

Her wiha Pentagonê ferman daye yekîneya 11an a Deryayî ku bi keştiya USS Boxer di çend hefteyên bê de ber bi herêmê ve bi rê bikeve.

Şerê di navbera Îran û Amerîka - Îsraîlê de 28ê Sibata 2026an dest pê kir û heta niha jî didome.

23ê Adarê Donald Trump ragihandibû ku wan ji bo peyman û sekinandina şer bi Îranê re dest bi dan û standinan kiriye lê berpirsên Îranê vê yekê red dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst