Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê ragihand ku zanyarî li ber destê wan hene ku dijminên welatê wî bi hevkariya welatekî herêmê amadekariya operasyonekê dikin da ku giravekê dagir bikin.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir
Qalîbaf got, "Li gorî hinek zanyariyan, dijminên Îranê bi piştgirî û hevkariya yek ji welatên herêmê amadekariya operasyonekê dikin da ku giravekê Îranê dagir bikin."
Qalîbaf navê giravê eşkere nekir lê tê texmînkirin ku mebesta wî Girava Xarkê be.
Qalîbaf her wiha got, "Hemû tevgerên dijmin di bin çavdêriya hêzên me yên çekdar de ne.
Eger hinek welat gaveke wiha biavêjin, hemû binesaziyên wî welatî dê bêyî ti sînordarkirinê bibin armanca êrişên me yên berdewam."
Hêzên Amerîkayê tên herêmê
Ev daxuyanî di demekê de tên ku rojnameya Wall Street Journalê ji zarê çend berpirsên Amerîkayî ragihand, dê 27ê Adara 2026an bi hezaran leşkerên deryayî yên Amerîkayê bigihin Rojhilata Navîn.
Ev roja ku hat diyarkirin, tam ew roja ku Trump wekî dema dawî ji bo vekirina Tengava Hurmuzê dabû Îranê.
Li gorî zanyariyan, keştiya êrişê ya USS Tripoli û keştiya USS New Orleans tevî 2 hezar û 200 leşkerên yekîneya 31an a Deryayî, derbasî nav sînorê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dibin.
Her wiha Pentagonê ferman da yekîneyeke din a deryayî (Yekîneya 11an) ku bi keştiya USS Boxer di nava çend hefteyên bê de ber bi herêmê ve bi rê bikeve.
Şer didome
Şerê di navbera Îran û Amerîka - Îsraîlê de 28ê Sibata 2026an dest pê kir û heta niha jî didome.
23ê Adarê Donald Trump ragihand, wan ji bo peymanekê û rawestandina şer bi Îranê re dest bi dan û standinan kiriye lê berpirsên Îranê vê yekê red dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse