Îranê kesek bi tohmeta 'serkêşiya xwenîşandanan' îdam kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Îdam Ebas Ekberî Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Dadweriyê ya Îranê ragihand ku welatiyê bi navê Ebas Ekberî bi hinceta serkêşiya xwenîşandanên Kanûna Paşîn a 2025an hatiye darvekirin.

Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ku bi ser Desthilata Dadweriyê ya Îranê ve ye, îro daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî derbasbûna qonaxên qanûnî û pejirandina cezayê ji aliyê Dadgeha Bilind a welêt ve, Ebas Ekberî hatiye darvekirin.

Li gorî Desthilata Dadweriyê ya Îranê, Ebas Ekberî di dema xwenîşandan û aloziyên Kanûna Paşîn a 2025an de rol lîstiye.

Hat îdiakirin ku wî êrişî avahiya Qeymeqamtiya Naînê ya parêzgeha Îsfehanê û çend navendên ewlehî û xizmetguzariyê kiriye.

Her wiha hat ragihandin ku wî gule li hêzên ewlehiyê jî reşandine.

Li gorî daxuyaniya Desthilata Dadweriyê ya Îranê, piştî ku Dadgeha Bilind a Îranê ceza pejirand, biryara darvekirinê vê sibehê hat bicihanîn.

Lê belê di daxuyaniyê de behsa cihê darvekirinê nehat kirin.

Biryara darvekirinê ji bo 4 kesên din

Di heman demê de Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê belav kir ku Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ji bo 4 xwenîşanderên sala 2022yan biryara darvekirinê daye.

Ew kes bi kuştina endamekî Besîcê yê bi navê Arman Elîwerdî yê li taxa Ekbatanê ya Tehranê tên tohmetbarkirin.

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê da 5 kesên din ên di heman dozê de.

Ev kes bi tohmeta "kombûn û beşdariya di tawanên li dijî ewlehiya navxweyî ya welêt" û "propangandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê" hatin cezakirin.

Dadgeha Tawanan a Tehranê berê jî ji bo van her 9 kesan cezayê darvekirinê dabû lê Dadgeha Bilind a Îranê ew biryar betal kiribû.

Desthilata Dadweriyê ya Îranê 21ê Gulana 2026an ragihandibû ku Şaxa 13an a Dadgeha Tawanan a Tehranê piştî pêdaçûna dozê, cezayê darvekirinê yê 5 tohmetbaran betal kiriye û li şûna wê cezayê girtîgehê daye wan.

Rêxistina Efûyê: Darizandin ne adil in

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), ji 28ê Sibatê ve ku êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiriye, li Îranê 36 kes ji ber mijarên siyasî hatine darvekirin.

Rêxistinê her wiha amaje pê kir ku darizandina wan kesan ti carî adil nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst