Hewlêr (Rûdaw) - Balafirgeha Îmam Xumeynî ya ku balafirgeha herî mezin a Îranê ye, piştî rawestandina 50 rojan, careke din ji geştên asmanî re hat vekirin.
Destpêkirina geştan a piştî şerekî dijwar, bû sedem ku malbat dîsa bi hev şa bibin.
Jina bi navê Nergizê li ser hestên xwe got:
"Ez diçim Stenbolê da ku keça xwe ziyaret bikim. Ew xwendekar e.
Dema ku şer gelekî dijwar bû, me nedikarî em pêwendiyê bi hev re deynin ji ber ku înterneta me nebû.
Ez pir kêfxweş im ku geştan dîsa dest pê kir."
Geşt sînordar in
Destpêkirina geştan sînordar e û qonax bi qonax tên kirin.
Di qonaxa yekem de dê geştên asmanî ber bi Medîne, Mesqet û Stenbolê ve bin.
Geşt hatine destpêkirin lê hîn gumanên xelk û geştiyaran li ser agirbestê hene.
Xortê bi navê Hesen hestên xwe yên derbarê mijarê de wiha anîn zimên:
"Em ji şer gelekî dilgiran in. Beriya çend şevan me li Tehranê dengên bilind bihîstin. Kes nizane dê çi bibe."
Salane nêzîkî 7 milyon geştiyar
Beriya şer, rojane 150 heta 200 geşt ji vê balafirgehê dihatin kirin û hinek rojan ev hejmar digihîşt 300î.
Di demên asayî de, rojane 20 heta 30 hezar geştyar û salane nêzîkî 7 milyon geştyar ji vê balafirgehê geştê dikin.
Geşt zêdetir ber bi welatên Rojhilata Navîn, piştre ber bi welatên Asyayê û di dawiyê de jî ber bi welatên Ewropayê ve ne.
Geştên kargoyê jî dest pê dikin
Li gel geştên rêwiyan, geştên kargoyê (barhilgir) jî dest pê dikin.
Birêvebirê Balafirgeha Îmam Xumeynî Ramîn Kaşif Azer got:
"Geştên ber bi Pekîn û bajarên din ên Çînê ve, ji mêj ve beşeke sereke ya bernameya vê balafirgehê ne û dê her wiha jî bimînin.
Bêguman geştên kargoyê jî dest pê dikin."
Tê texmînkirin ku dahata rojane ya balafirgehê zêdetirî 2 milyon dolaran be.
Di dema 50 rojan de, nêzîkî 7 hezar û 500 geştên li vê balafirgehê hatin betalkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse