Hewlêr (Rûdaw) - Dengê çend teqînên bi hêz li bajarê Qûmê yê Îranê hat bihîstin.
Li gorî daxuyaniya Cîgirê Parêzgarê Qûmê, êrişî 3 apartmanan hatiye kirin û 6 kes hatine kuştin.
Cîgirê Parêzgarê Qûmê yê Kar û Barên Siyasî û Ewlehiyê Murtaza Heyderî ragihand ku destê sibehê li taxa Pardisanê ya Qûmê 3 apartman ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine bombebarankirin.
Heyderî da zanîn ku di êrişên îro de 6 kes hatine kuştin û hejmarek welatî jî birîndar bûne lê belê wî amarên li ser birîndaran eşkere nekirin.
Şer kete roja xwe ya 28an
Şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de 28ê Sibatê dest pê kir û heta niha jî didome.
Îro şer kete roja xwe ya 28an.
Serokê Amerîkayê Donald Trump demeke 10 rojî daye Îranê ku êrişî binesaziya enerjiyê ya wî welatî neke.
Trump her wiha ragihand ku ew di nav dan û standinan de ne.
Amadehiyên Pentagonê û hewldanên peymanê
Di heman demê de li gorî medyaya Amerîkayê, Pentagon leşkerên zêdetir dişîne herêmê.
Heta niha ti asoyek li pêş nîne ku ev êriş bi dawî bibin.
Amerîkayê pêşniyareke ji 15 xalan pêk tê ji bo peymanekê daye Îranê û Pakistan di navbera wan de navbeynkariyê dike.
Êvara Pêncşemê medyaya Îranê ragihand ku wan bersiva wan 15 xalan daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse