Hewlêr (Rûdaw) - Îstixbarata Supaya Pasdaran a li Tehranê ragihand ku 103 kes hatine girtin.
Tê îdiakirin ku wan kesan li ser navê Amerîka û Îsraîlê sîxurî kiriye û plana sabotajê li dijî binesaziyên krîtîk kiriye.
Yekîneya Îstixbaratê ya Supaya Pasdaran a Îranê, girêdayî alozî û pevçûnên ku li welêt didomin, bîlançoya operasyonên xwe yên li Tehranê eşkere kir.
Di daxuyaniya fermî ya ku îro hat weşandin de hat diyarkirin ku di operasyonên li hemberî "hêmanên dijmin" de bi giştî 103 kes hatine desteserkirin.
Plana sabotajê ya li dijî binesaziya krîtîk
Yekîneya Yekîneya Îstixbaratê ya Supaya Pasdaran ragihand ku pêwendiya gumanbarên girtî bi servîsên îstixbaratê yên Amerîka û Îsraîlê re heye.
Li gorî daxuyaniyê di nav kesên hatine girtin de şaneyeke ji 4 kesan pêk tê jî heye.
Hat îdiakirin wê şaneyê amadehiya sabotajê li dijî şebekeya karebayê û binesaziya enerjiya stratejîk a Tehranê dikir.
Her wiha hat ragihandin ku grûpeke din a ji 4 kesan ku tê gotin pêwendiya wan bi komên "alîgirên monarşiyê" re heye, bi tohmeta derxistina kaos û aramiya civakî ya li kolanan hatiye desteserkirin.
Hewldanên êrişên çekdarî û dizîna zanyariyan
Di hûrgiliyên operasyonê de hat diyarkirin ku 5 kesên çekdar plan dikir êrişî xalên kontrolê yên hêzên ewlehiyê bikin lê ketine xefikeke operasyonel a yekîneyên îstixbaratê û hatine girtin.
Her wiha hinek kes bi wê yekê tên tawanbarkirin ku cîwar û navnîşanên herêmên leşkerî û hestiyar û dîmenên êrişên dawiyê dane dezgehên medyayê yên li derveyî welêt.
Operasyonên Starlink û VPNyê
Piştî tevgera leşkerî ya ku 28ê Sibatê dest pê kir, li seranserê Îranê astengiyên li ser înternetê derketin asta herî bilind.
Tê diyarkirin ku înterneta xelkê bi rêjeyeke mezin hatiye qutkirin û tenê saziyên dewletê û dezgehên medyayê yên nêzîkî Supaya Pasdaran dikarin têkevin înternetê.
Li dijî kesên ku hewl didin vê sansûra dîjîtal bişkînin jî tedbîrên tund hatin girtin.
Îstixbarata Supaya Pasdaran ragihand ku dest danîne ser 16 cîhazên Starlinkê yên ku bi rêya peykê înternetê dabîn dikin.
Her wiha derbarê 400 kesên ku firotina "şikênerên fîltreyan" (VPN) û amûrên bi vî rengî yên ji bo derbaskirina qedexeyên înternetê dikin lêpirsîn hatine destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse