Îranê pêşniyareke nû da Amerîkayê

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmizê û bidawîanîna şer pêşniyareke nû da Amerîkayê.

Lê mercê Îranê ew e ku gotûbêjên li ser dosyeya atomê heta qonaxeke din werin bipaşxistin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di beramberî de dixwaze bi rêya dorpêçan Tehranê neçarî vekişîneke temam bike.

Ajansa Axiosê ya Amerîkayê li ser zarê berpirsekî wî welatî û çend çavkaniyên agahdar ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi rêya navbeynkaran pêşniyarek daye Washingtonê.

Îran dixwaze Tengava Hurmizê were vekirin û şer raweste lê mijara radestkirina uranyum û rawestandina dewlemendkirina wê niha neyê behskirin.

"Sîstema Îranê dê ji hundir biteqe"

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de diyar kir ku dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê dê berdewam bike.

Trump amaje bi wê yekêkir ku dem ne di berjewendiya Tehranê de ye û got:

"Dema ku rêjeyeke zêde ya petrola embarkirî di sîstema te de hebe û tu nekarî hinarde bikî, ew sîstem dê ji hundir ve biteqe.

Tê gotin ku tenê sê rojên Tehranê mane beriya ku ev yek rû bide."

Rewşa dîplomatîk gihiştiye asêbûnê.

Trump ziyareta şandeya bilind a welatê xwe (Jared Kushner û Steve Witkoff) ya Pakistanê betal kir.

Trump got, "Ne hewce ye ku 18 demjimêran bi balafiran herin da ku tenê li wir rûnin.

Eger Îraniyan tiştek hebe dikarin telefonî me bikin."

Dubendiya Tehranê û rola navbeynkaran

Çavkanî dibêjin ku serkirdayetiya Îranê di nav xwe de parçe bûye û nikarin li ser mercên Amerîkayê yên derbarê mûşekên atomê li hev bikin.

Ji ber wê jî ew dixwazin niha şer rawestînin û dosyeya atoma bi paş bixin.

Ebas Eraqçî çend rojên borî Uman û Pakistanê ziyaret kirin û niha li Rûsyayê ye.

Ebas Eraqçî dê li Moskowê jî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive da ku rêyekê ji bo derketina ji vê krîzê bibînin.

Berdevka Koşka Spî Olivia Wellsê ragihand ku Amerîka bi rêya çapemeniyê dan û standinan nake.

Lê wê tekez kir ku "hemû kart di destê Amerîkayê de ne" û şertê sereke yê Washingtonê ew e ku nabe Îran bibe xwediyê çekên atomê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst