Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Tehranê hêvî dike dan û standinên li Îslamabada paytexta Pakistanê bi ser bikevin û rûmeta qurbaniyên Îranê were parastin.
Piştî destpêkirina dan û standinan û ragihandina agirbestê, liv û tevgerê careke din li ser cadeyên Tehranê dest pê kiriye û jiyan heta radeyekê asayî xuya dike.
Helwestên nezelal ên Amerîkayê ne tenê di nav rayedarên Îranê de, di nav xelkê de jî tovê bêbaweriyê çandine.
Nişteciha Tehranê Roşayê nerîna xwe wiha anî zimên:
"Şer zerar gihand me. Gelek kesan karên xwe ji dest dan, ez bi xwe jî di nav de.
Eger peymanek çêbibe, ez bawer im ku dê rewş gelekî baştir bibe.
Lê nizanim ka dê ev yek pêk were yan na.
Helwestên Amerîkayê gelek caran hatin guhertin, loma mirov nikare zêde baweriyê pê bîne."
Mijarên sereke yên nakokiyan
Gera duyem a dan û standinan hîn dest pê nekiriye.
Rakirina dorpêçên Amerîkayê yên li ser Tengava Hurmizê û radestkirina uranyumê ya Îranê du xalên sereke ne.
Ev her du xal bûne sedema nakokiyan û dan û standin asê kirine.
"Divê rûmeta qurbaniyên me neyê binpêkirin"
Niştecihekî din ê Tehranê Babek daxwazên xwe yên ji bo dan û standinan wiha diyar kir:
"Welatê me ji aliyê canî û malî ve gelek qurbanî dan.
Divê dan û standin bi awayekî werin kirin ku rûmeta qurbaniyên me neyê binpêkirin. Bi rastî divê wiha be.
Em nabêjin bila ji sedî sed di berjewendiya Îranê de be lê herî kêm divê Îran bi awayekî wekhev sûdê wergire, qet nebe nîv bi nîv."
Çavê Îraniyan niha li rêya Îslamabadê ye da ku nûçeya bidawîbûna şer ji wê derê bibihîsin.
Ew li benda nûçeyekê ne ku hem dawî li malwêraniyan bîne û hem jî wekî ku ew bi xwe dibêjin, rûmeta dewleta wan parastî bimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse