Hewlêr (Rûdaw) - Du berpirsên herêmî yên agahdar ji pêşniyara Îranê ragihand ku Îran pêşniyar dike ku Tengava Hurmizê veke lê bêyî ku amaje bi bernameya xwe ya nukleerê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Rûsyayê ye û dibêje, serdana wî derfetek e ji bo ku li gel Moskowê derbarê şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de bişêwire.
Ew her du berpirs dibêjin, Îran dixwaze wekî beşek ji pêşniyarê Amerîka dawî li wê dorpêçê bîne ku daniye ser wî welatî.
Pêşniyara nû bi rêya Pakistanê gihîştiye Amerîkayê lê xuya nake ku Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya wê bike.
Ji ber ku Trump wekî beşek ji peymaneke giştî ya ji bo careke din vekirina Tengava Hurmizê û agirbesteke mayînde, dixwaze dawî li bernameya nukleerê ya Îranê bê anîn.
Donald Trump 26ê Nîsana 2026an ji Fox Newsê re ragihandibû, "Hemû kart di destê me de ne, eger ew bixwazin biaxivin dikarin bên ba me an jî dikarin pêwendiyê bi me re deynin."
Putin û Eraqçî dicivin
Ajansa Nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî dê sibeha duşemê li St. Petersburgê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive.
Serdana Eraqçî di demekê de ye ku tevî agirbestê jî aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de yên li tengava stratejîk a Hurmizê berdewam dikin ku vê yekê hiştiye bihayê petrolê bilind bimîne.
Eraqçî di daxuyaniyeke xwe de ya ji bo ÎRNayê de got:
"Ev derfeteke baş e ji bo me da ku em bi hevalên xwe yên Rûs re derbarê wan bipêşketinên di vê demê de têkildarî şer de rû dane û yên ku niha rû didin bişêwirin."
Tê payîn ku dan û standin li Îslamabadê bin.
Pakistanê hewl da ku dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de zindî bike lê Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyar kir ku dan û standin dikarin bi rêya telefonê werin kirin.
Di vê derbarê de Eraqçî ragihand, şêwazê serederiya Amerîkayê bûye sedema "derengketina dan û standinan."
Ebas Eraqçî got, "Gera borî, tevî wan bipêşketinên ku hatibûn bidestxistin, nekarî armancên xwe bi cih bîne."
Di navbera daxwaza Washington û Tehranê de
Trump mijara desthilatê li Îranê vedike ka kî li Îranê berpirs e û ragihand ku aloziya di nav sîstema hikumraniya wî welatî de gihîştina peymanê zehmet kiriye.
Koşka Spî hefteya borî ragihandibû, dê Nûnerê Taybet Steve Witkoff û Jared Kushner ji bo dan û standinan bişîne Îslamabadê lê Eraqçî şemiyê paytexta Pakistanê bi cîh hişt û piçekî piştî wê Trump ragihand ku ji ber nebûna bipêşketinê di dan û standinên li gel Îranê de ew şandeyê naşîne.
Donald Trump yekşemê ji Fox Newsê re got, "Eger bixwazin, em dikarin biaxivin lê em xelkê naşînin."
Trump berî wê jî li ser Truth Socialê nivîsîbû, "Hemû tişta ku pêwîst e ew bikin tenê pêwendiyeke telefonî ye!!!"
Paşê Eraqçî vegeriya Îslamabadê, her wiha berî ku biçe Rûsyayê, serdana Mesqeta paytexta Umanê jî kir û yekşemê bi hevtayên xwe yên li Qeter û Siûdiyeyê re bi telefonê axivî.
Tengava Hurmizê xaleke girîng a dan û standinan e
Li Umanê asêbûna li Tengava Hurmizê berdewam dike.
Ew tengava ku bi awayekî asayî pênceka hemû bazirganiya petrol û gaza xwezayî di nav re derbas dibe.
Îranê Tengava Hurmizê girtiye û dorpêçkirina ser benderên Îranî jî ji aliyê Amerîkayê ve berdewam e.
Duşemê bermîlek petrol bi derdora 107 dolaran dihat firotin ku berî destpêkirina şer 72 dolar bû.
Bihayê petrolê ji destpêka şer ve bi berdewamî bilind bûye û keştiyên petrolê li Kendavê asê mane û nikarin bi ewlehî di tengavêre re derbas bibin da ku bigihîjin xalên belavkirinê yên li cîhanê.
Bandorên aborî piştî du mehan ji şer ber bi zêdebûnê ve diçin.
Ne tenê veguhastina cîhanî ya petrolê, xaz, gubre û pêdiviyên din jî nagihîjin welatan.
Li gorî berpirsekî, Îran dixwaze Umanê razî bike da ku piştgiriyê bide mekanîzmayekê da ku bac ji wan keştiyan were wergirtin ên ku di tengavê re derbas dibin. Bersiva Umanê hîn ne diyar e.
Ew berpirsê ku beşdarî hewldanên navbeynkariyê ye, her wiha anî zimên ku Îran rijd e li ser wê yekê ku berî her dan û standineke nû dawî li dorpêçên Amerîkayê bê anîn.
Pakistan jî hewl dide wê valahiya mezin a di navbera her du aliyan de tije bike.
Trump hefteya borî ew agirbesta ku Amerîka û Îranê 7ê Nîsanê li ser li hev kiribûn ji bo demeke nediyar dirêj kiribû.
Agirbest berdewam e lê peymana mayînde di şerekî de ku bi hezaran kes tê de hatine kuştin û aboriya cîhanê hejandiye, hîn pêk nehatiye.
Wezareta Karên Derve ya Îranê 25ê Nîsana 2026an ragihandibû:
"Her dan û standin dê bi awayekî nerasterast be û dê berpirsên Pakistanê wekî navbeynkar rolê bilîzin.
Ev jî nîşaneya hişyariya Tehranê ye piştî ku gera berê ya dan û standinên nerasterast ên sala borî û serê îsal bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê bi dawî bûbû."
Her wiha Fermandariya Hevbeş a Leşkerî ya Îranê 25ê Nîsana 2026an hişyarî dabû û gotibû:
"Eger Amerîka karên xwe yên leşkerî yên şerxwazane berdewam bike, tevî wan dorpêçên deryayî, çeteyî û rêgirî", ew dê rûbirûyî "bersiveke tund" bibin.
Li hemberî vê yekê, Trump hefteya borî ferman da artêşê ku gule li wan belemên biçûk bikin ku dibe mayînan di rêyên avî de deynin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump 25ê Nîsana 2026an ji rojnamegeran re ragihandibû, tenê 10 xulek piştî ku wî geşta Witkoff û Kushner a ji bo Îslamabadê betal kiriye, Îranê pêşniyareke "gelekî baştir" şandiye.
Trump ti hûrgiliyên zêdetir nedan lê tekez kir ku yek ji mercan ew e ku "Îran nebe xwedî çeka nukleerî."
Uranyuma dewlemendkirî ya Îranê ji mêj ve xala sereke ya pirsgirêkan e.
Li gorî Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA), 440 kîlogram uranyuma dewlemendkirî ya bi rêjeya ji sedî 60î li Tehranê heye û tenê gaveke teknîkî ya kurt maye ku bigihîje asta berhemanîna çekan.
Hejmara qurbaniyan
Di dema şer de, herî kêm 3 hezar û 375 kes li Îranê û herî kêm 2 hezar û 509 kes li Libnanê hatine kuştin, ku şerê Îsraîl û Hizbulahê li wir du roj piştî destpêkirina wî derket.
Her wiha 23 kes li Îsraîlê hatine kuştin.
Li Herêma Kurdistanê jî tevî ku ne beşek ji alozî û şer e, 21 kes di encama êrişên dron û mûşekan de şehîd ketine.
Ji bilî van, 10 kes li welatên Kendavê, 15 leşkerên Îsraîlî û 13 leşkerên Amerîkî hatine mirine.
Her wiha 6 leşkerên Aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî jî li başûrê Libnanê hatine mirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse