Îranê bersiv da Îsraîlê: Êrişa bi mûşek û dronan dest pê kir

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Êriş
A+ A-

<ms-cmark-node><ms-cmark-node>Hewlêr (Rûdaw)</ms-cmark-node></ms-cmark-node> - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li dijî êrişên asmanî yên vê sibehê yên Îsraîlê, dest bi êrişeke berfireh a bi mûşek û dronan kiriye.

Li aliyekî li Tehranê û gelek bajarên Îranê dengê teqînan tê û li aliyê din li Îsraîlê dengê sîrenan bilind dibe.

Li gorî agahiyên Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Îranê (IRNA) û Supaya Pasdaran, Îranê "ji bo bersivdana dijmin" gelek mûşekên balîstîk û dron berdane Îsraîlê.

Li Îsraîlê dengê sîrenan

Rojnameya Maarivê ya Îsraîlê ragihand ku piştî mûşekên Îranê hatin tesbîtkirin li Tel Avîvê û bakur û naverasta Îsraîlê sîrenên hişyariyê lê dane.

Fermandariya Eniya Navxwe ya Îsraîlê bangî gel kir ku li nêzîkî stargehan bimînin û bi baldarî guh bidin rênimayên ewlehiyê.

Li Tehranê taxên sivîlan hatin lêdan

Li aliyê din êrişên asmanî yên hevpar ên Îsraîl û Amerîkayê yên li nav Îranê didomin.

Nûçegihanê IRNAyê ragihand ku bi saeta herêmî li dora 12:00an li navend û rojhilatê Tehranê teqînên bihêz çêbûne.

Li gorî zanyariyên destpêkê, mûşek li hinek cihên niştecihbûnê yên li navenda Tehranê ketine û zirar çêbûye.

Hat diyarkirin ku li asmanê bajêr pergalên parastina asmanî dixebitin û dengê dijefirokeyan tê bihîstin.

Êriş li tevahiya welêt belav bûn

Dengê teqîn û sîrenan tenê bi paytextê sînordar nema.

Li gorî agahiyan, li Qûm, Loristan, Hemedan, Tewrêz, Îlam, Kerec, Kirmaşan, Bûşehr, Kerman, Girava Qişmê û herêma Dizfûlê teqînên bihêz çêbûne.

Hêj derbarê zirar û windahiyên canî yên li van deran daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Polîsên Îranê: Aram bin

Berdevkê Teşkîlata Ewlehiyê ya Îranê (FARAJA) Seîd Muntezir el-Mehdî piştî êrişan daxuyaniyek da û ji gel xwest ku netirsin û aram bin.

Rayedaran tekez kir ku divê rewşên biguman demildest ji hêzên ewlehiyê re bên ragihandin.

Piştî destpêkirina êrişên Îranê qadên asmanî yên li herêmê bi temamî hatin girtin.

Wezareta Veguhastinê ya Îsraîlê ragihand ku geştên sivîl ji bo demeke nediyar hatine rawestandin û divê kes neçe balafirgehan.

Tirs heye ku aloziya li herêmê veguhere şerekî giştî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst