کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

de Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nesîrzade û Fermandarê Hêzên Bejahî yê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpur / Wêne: Ajans

de Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nesîrzade û Fermandarê Hêzên Bejahî yê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpur / Wêne: Ajans

ÎRAN

Reuters: Wezîrê Parastinê yê Îranê û Fermandarê Supaya Pasdaran hatin kuştin

RÛDAW

RÛDAW

28-02-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW28-02-2026

Nûçeyên Têkildar

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê
ÎRAN16-11-2026

Eraqçî: Welatên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara me ya vekirina Tengava Hurmizê

Îranê daxwaza Almanyayê red kir
ÎRAN15-11-2026

Îranê daxwaza Almanyayê red kir

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît
ÎRAN15-11-2026

Li Îranê binesaziya av û kanalîzasyonê zêdetirî 77 milyon dolar zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên herêmî û leşkerî îdia kir ku di êrişên asmanî yên dawî yên Îsraîlê de Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nesîrzade û Fermandarê Hêzên Bejahî yê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpur mirin.

Di demekê de ku êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser armancên stratejîk ên li xaka Îranê didome, hat îdiakirin ku derb li asta fermandariya leşkerî ya Tehranê ketiye.

Reutersê spart çavkaniyan

Ajansa nûçeyan a Brîtanyayê Reutersê nûçeya xwe spart du çavkaniyên ku rasterast agahdarî li ser êrişên Îsraîlê hene û berpirsekî bilind ê li herêmê.

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Emîr Nesîrzade û Fermandarê Hêzên Bejahî yê Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Pakpur di dema êrişan de hatine kuştin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku her du nav jî di pêla yekem a êrişê de li navendên fermandariyê yên ku bûbûn armanc û tê nirxandin ku wan di encama êrişa dawî de canê xwe ji dest daye.

Îran bêdengiya xwe diparêze

Hatibû ragihandin ku di êrişa berfireh a ku serê sibehê dest pê kiribû de, ne tenê tesîsên nukleerî û mûşek lê di heman demê de biryarderên siyasî û leşkerî yên rejîmê jî hatine armanckirin.

Derbarê van îdiayan de heta niha ji aliyê rayedarên Tehranê ve ti daxuyaniyên fermî yan jî redkirinek nehatiye dayîn.

Çavkaniyên serbixwe û çavdêrên navneteweyî jî heta niha zanyariyên li ser kuştina her du kesên payebilind piştrast nekirine.

Pirsên