Reuters: Elî Xamineyî hat kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Elî Xamineyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Reutersê li ser zarê çend berpirsên Îsraîlî ragihand ku Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî di êrişên Îsraîl û Amerîkayê de hatiye kuştin.

Heta niha medyaya Îranê ev zanyarî piştrast nekiriye.

Çend berpirsên Îsraîlî ji Reutersê re ragihand ku Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî hatiye kuştin û termê wî hatiye dîtin.

“Wêneyê termê wî nîşanî Trump û Netanyahu da”

Piştî belavbûna nûçeya kuştina Elî Xamineyî, du kanalên sereke yên televîzyonên Îsraîlê ragihand ku wêneyê termê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê nîşanî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hatiye dayîn.

Kanala 12an a Îsraîlê ragihand, "Wêneyê termê wî nîşanî Netanyahu û Trump hatiye dayîn."

Li aliyê din, Desteya Weşana Giştî ya Îsraîlê (KAN) ragihand, "Berpirsên bilind ên Îsraîlê ji kuştina Xamineyî hatine agahdarkirin, termê wî ji bin kavilên cihê mana wî hatiye derxistin."

Heta niha Tehranê li ser mirina Xamineyî ti zanyarî belav nekirine û ew nûçe piştrast nekiriye.

Operasyona "Nirîna Şêr"

Amerîka û Îsraîlê di operasyoneke hevpar a bi navê "Nirîna Şêr" de êrişî Îranê kir.

Artêşa Îsraîlê dibêje ku di êrişê de tenê wan bi xwe 200 balafirên şer bi kar anîne û li 500 cihên Îranê dane.

Berpirsên Îsraîlê behsa kuştina çend berpirsên din ên bilind ên Îranê jî dikin lê Îran vê yekê red dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst