Amerîka û Îsraîlê li 24 parêzgehên Îranê xîst, hinek fermandar û sivîl mirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li herêmên cuda yên Îranê didomin.

Berdevkê Heyva Sor a Îranê ragihand ku ji 31 parêzgehan li 24an êriş hatine kirin.

Di encama êrişan de hinek fermandarên Îranê û gelek sivîl hatine kuştin ku hinek ji wan xwendekar in.

Li gorî zanyariyên ku medyaya navxweyî ya Îranê belav kirine, herî zêde êriş li parêzgehên Tehran, Qûm, Elborz, Îsfehan, Fars, Urmiye, Kirmaşan, Loristan, Sine, Îlam, Zencan û Hurmizganê hatine kirin.

Ajansa Farsê ya nêzîkî Supaya Pasdaran şeva şemiyê ragihand ku li bajarên Urmiye, Bûşehr, Qûm û her wiha li herêma Germdereyê ya parêzgeha Elborzê gelek cih hatine hedefgirtin.

Li navenda bajarê Tehranê û derdora wê jî lêdana li baregehên leşkerî û mûşekî û saziyên hikûmetê didome.

Li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên din teqînên bihêz

Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê û derdora wê gelek cih bûn hedef û li bajarê Tewrêzê dengê herî kêm şeş teqînên bihêz hat bihîstin.

Her wiha ji serê sibehê ve balafirgeh û çend cihên din ên li Girava Kîşê çend caran hatin bombebarankirin.

Li bajarê Zencanê jî vîdeoyên çend teqînên mezin hatin belavkirin.

Îro êvarî li bajarê Şîrazê yê parêzgeha Farsê, kompleksa pîşesaziya leşkerî, li Qezwînê baregeha hêzên bejahî ya Supaya Pasdaran, li Îsfehanê baregeheke Supayê û li Çabehara Sîstan û Belûcistanê jî baregeha hêza asmanî ya Supaya Pasdaran hatin hedefgirtin.

Heta niha rayedarên Îranê û saziyên ewlehiyê ti raport derbarê zereran belav nekirine.

Amara Artêşa Amerîka û Îsraîlê

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên Amerîkayê bi serkeftî "bi sedan êrişên mûşekî û droneyî" li Îranê kirine.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi biryara Donald Trump û bi armanca têkbirina binesaziya ewlehiyê ya rejîma Îranê bi sedan cih hatine hedefgirtin ku wekî gefa lezgîn dihatin dîtin.

Her wiha hat gotin ku di encama bersivdana Îranê de zereke kêm gihîştiye baregeh û dezgehên Amerîkayê yên li herêmê.

Artêşa Îsraîlê jî êvara şemiyê ragihand ku bi nêzîkî 200 balafiran li derdora 500 hedefan dane.

Artêşê diyar kir ku herî zêde sîstemên mûşekî û parastina asmanî ya li rojava û naverasta Îranê kirine armanc.

Rojavayê Îranê, Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Xûzistanê li xwe digire.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat gotin ku êrişa roja şemiyê ya li Îranê "mezintirîn operasyona asmanî ya dîrokê" bûye û "şiyanên rejîma Îranê yên êrişkirinê gelekî lawaz bûne."

“85 xwendekar hatin kuştin”

Rêxistina Heyva Sor a Îranê demjimêr 20:15an ragihand ku heta niha 201 kes di encama êrişên Amerîka û Îsraîlê de hatine kuştin û 747 kes jî birîndar bûne.

Di nav kuştiyan de 85 xwendekarên keç hene ku di encama hedefgirtina dibistaneke seretayî ya keçan a li Mînabê de bûne qurbanî.

Li gorî gotina Berdevkê Heyva Sor a Îranê Mucteba Xalidî, ji 31 parêzgehên Îranê êriş li 24 parêzgehan hatiye kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji BBCyê re ragihand ku hinek fermandarên Îranê di encama êrişan de hatine kuştin lê behsa nav û pileyên wan nekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst