Hewlêr (Rûdaw) - Destê sibehê li Tehrana paytexta Îranê êrişên asmanî hatin kirin.
Di van êrişan de Zanîngeha Zanist û Teknolojiya Îranê (IUST) ku yek ji saziyên perwerdeyê yên herî bi prestîj ên wî welatî ye, bû armanc.
Li Tehranê ji bilî zanîngehê li gelek xalên stratejîk û cihên niştecihbûnê jî teqînên bihêz çêbûn.
Di roja 29an a operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê de, navenda şer derbasî Tehrana paytext û parêzgehên derdora wê bû.
Di êrişên destê sibehê de, Zanîngeha Zanist û Teknolojiya Îranê ya li herêma Narmakê ya li bakurrojhilatê Tehranê hat lêdan.
Teqînên li kampusa zanîngehê û derdora wê, bi dengê teqînên ku di heman demê de li parêzgehên Îsfehan û Elburzê hatin bihîstin re bûn yek.
Vê yekê jî di nav xelkê de tirseke mezin derxist.
Bingeha teknolojiya Îranê
Zanîngeha ku rastî êrişê hat, yek ji wan saziyên dewletê ye ku endezyar û teknokratên herî bijarde yên Îranê lê digihêjin.
Zanîngeh sala 1929an di serdema Pehlewiyan de bi navê "Koleja Pîşesaziyê ya Îran û Almanyayê" hatiye avakirin û li ser qadeke mezin a 168 donimî ava bûye.
Di nav zanîngehê de 15 fakulteyên stratejîk ên wekî Endezyariya Petrol û Gazê, Endezyariya Elektrîkê, Endezyariya Otomobîl û Rêyên Hesinî hene.
Zanîngeh ji bo pîşesaziya parastin û enerjiya Îranê wekî navendeke jiyanî ya tîma mêjî tê qebûlkirin.
Li Tehranê xalên din ên ku hatin armanckirin
Medyaya fermî ya Îranê ev operasyon wekî "êrişa dijminên Amerîkî-Siyonîst" pênase kir.
Di vê operasyonê de li herêmên cuda yên Tehranê ev xal bûn armanc:
- Herêma 1ê: Taxên Şehîd Mehelatî, Darabad (li jorê Nexweşxaneya Mehekê) û Pasdaranê. Her wiha hat ragihandin ku li vê herêmê du avahiyên niştecihbûnê hatiye armanckirin.
- Herêma 2yan: Derdora Nexweşxaneya Atiyeyê.
- Herêma 4an: Kampusa Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê û herêma Şiyanê.
- Herêma 9an: Derdora Balafirgeha Mehrabadê.
- Herêma 18an: Cadeya Coşenê.
Heta niha li ser kesên ku di êrişan de hatine kuştin an jî birîndar bûne bîlançoyeke fermî nehatiye eşkerekirin.
Lê şahidên bûyerê diyar dikin ku bi taybetî ji ber hêza teqînên li xalên nêzîkî cihên niştecihbûnê xisareke mezin çêbûye.
#VÎDEO - Îran dibêje ku Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Îranê ya li Tehranê hatiye bombebarankirin#USA #Iran #Israel pic.twitter.com/XqIPFLhKij
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 28, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse