Îranê destûr da ku 20 keştiyên Pakistanê di Tengava Hurmizê re derbas bibin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pakistan Îran Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Îshak Dar ragihand ku Îranê destûr daye 20 keştiyên din ên bi alaya Pakistanê ku di Tengava Hurmuzê re derbas bibin û rojane dê 2 keştî di tengavê re derbas bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Îshak Dar bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Dar got, "Ez kêfxweş im ragihînim ku hikûmeta Îranê qebûl kir ku destûrê bide 20 keştiyên din ên bi alaya Pakistanê ku di Tengava Hurmuzê re derbas bibin. Rojane dê 2 keştî di tengavê re derbas bibin."

"Mizgîniya aştiyê ye"

Dar diyar kir ku ew bi dilxweşî pêşwaziya vî gavî dikin û ev yek wekî "jesteke avaker" a Îranê pênase kir.

Wezîrê Pakistanî her wiha got, "Ev mizgîniya aştiyê ye û dê ji bo dabînkirina aramiya li herêmê bibe alîkar.

Diyalog, dîplomasî û gavên bi vî rengî yên avakirina baweriyê, ji bo pêşerojê gavên yekane ne."

Mihemed Îshak Dar di parvekirina xwe de Alîlarê Serokê Amerîkayê JD Vance, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump Steve Witkoff tag kirin.

Çi qewimîbû?

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê, di demekê de ku dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de berdewam dikirin, êrişî Îranê kir.

Îranê jî wekî bersiv êrişî Îsraîlê û baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Îmarat û Behreynê kir û Tengava Hurmizê jî girtibû.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî jî di nav de gelek rayedarên bilind hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst