Navenda Nûçeyan – Ofîsa Rêberê Îranê, Ayetullah Elî Xaminêyî red kir, ku hemû wezîrên kabîneya duyem a Serokomar Hesen Ruhanî bi hemahengiya li gel wî bêne destnîşankirin.
Pişît belavbûna nûçeyên derbarê wê yekê de, ku Serokomarê Îranê Heen Ruhanî lîsta endam û wezîrên kabîneya xwe ya duye pêşkêşî Elî Xaminêyî kiriye, ofîsa belavkirina berhemên Xaminêyî daxuyaniyek belav kir û tê de, ew zanyarî red kirin.
Ofîsa rêberê Îranê dibêje. Li gorî berpirsatiya rêber a di destûrê Îranê de, tenê wezîrên Berevanî, Derve û Îtilaat bi hemahengiya li gel rêber têne destnîşankirin.
Di dauxyaniyê de hatiye gotin, tevî ku Elî Xaminêyî têbînî li ser wezaretên Perwerde û Kulturê jî hene, lê belê destwerdanê di hilbijartinan wan wezîran de nake.
Ofîsa belavkirina berhemên Rêberê Îranê tekez kiriye, li gorî destûra Îranê, serokomarê wî welatî destvekirî ye û dikare gelek karan bike û ji îmkan û amrazên ber destê xwe mifayê werbigire.
Di daxuyaniyê de daxwaz jî hatiye kirin, ku Serokomarê Îranê di demek zû de kar li ser cîbicîkirina wan soz û peymanan bike, ku dane xelkê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse