Qalîbaf: Amerîka bi eşkere peyama diyalogê dişîne lê bi dizî plana êrişa bejahî dike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mihemed Baqir Qalîbaf Îran Amerîka Operasyona Bejahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf Îranê dibêje ku Amerîka bi eşkere peyamên diyalogê dişîne lê bi dizî planên êrişeke bejahî dike.

Qalîbaf her wiha amaje pê kir, "Rûmeta leşkerî ya Amerîkayê şikestiye."

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di peyamekê de bi tundî êrişî Amerîkayê kir.

Qalîbaf ragihand ku Washingtonê lîsteyeke ji 15 xalan wekî mercê xwe pêşkêş kiriye lê ev tenê "xewn û xeyal" in.

Qalîbaf diyar kir ku Amerîka dixwaze tiştên ku di şer de bi dest nexistine bi rêya dîplomasiyê bi dest bixe.

"Rûmeta leşkerî ya Amerîkayê şikestiye"

Serokê Parlamentoya Îranê amaje bi wê yekê kir ku niha cîhan şahidê şikestina rûmeta leşkerî ya Amerîkayê ye û got:

"Ji firokeyên F-35an heta keştiyên firokehilgir û baregehên li herêmê, hemûyan ziyanên mezin dîtine."

Qalîbaf qala wê yekê jî kir ku bazara enerjiyê ji kontrolê derketiye û cîhan li beramberî bihabûna xwarinê ye.

Qalîbaf diyar kir ku ev jî nîşana lawaziya îdareya Trump a li beramberî hevpeymanên wî yên Ewropî ye.

Tengava Hurmizê

Qalîbaf bal kişand ser îdiayên Amerîkayê yên ji bo têkbirina piraniya şiyanên leşkerî yên Îranê û rewşa Tengava Hurmizê û wiha pê de çû:

"Ew dijminê ku îdiaya têkbirina hêza me ya asmanî û mûşekî dikir û plana rûxandina Komara Îslamî hebû, niha hêviya wî ya herî mezin ew e ku Tengava Hurmizê li ber wî were vekirin."

Qalîbaf derbarê hêzên hevpeyman ên Îranê yên li herêmê de diyar kir ku Hizbulaha Libnanê, Berxwedana Îraqê û Ensarulaha Yemenê niha ji her demê bihêztir in.

Qalîbaf her wiha destnîşan kir ku ew hêz "surprîzên nû" ji dijminên xwe re amade dikin.

Gefa şerê bejahî

Serokê Parlamentoya Îranê li ser her îhtîmaleke êrişa bejahî hişyariyeke tund da Amerîkayê û ragihand:

"Hêzên me li benda hatina leşkerên Amerîkayê ne da ku agir bi wan bixin û hevparên wan ên li herêmê heta hetayê tembî bikin."

Qalîbaf di dawiya axaftina xwe de behsa yekîtiya navxweyî ya Îranê kir û got ku Amerîka û Îsraîl wisa difikirîn ku civaka Îranê dê piştî şer perçe perçe bibe.

Lê wî destnîşan kir ku "gelê Îranê yek laş û 90 milyon can e" û ji berê yekgirtîtir e.

Qalîbaf îdia kir ku dê welatê wî tenê bi "serkeftinê" ji vî şerî mezin derkeve.

Wî anî zimên ku ew “dê rê nedin ku dijmin bêyî çespandina desthilat û pêgeha Îranê ji şer vekişin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst