Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dijwartir dibin.
Şeva borî heta serê vê sibehê Amerîka û Îsraîlê gelek êrişên dijwar birin ser bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û gelek navend bombebaran kirin.
Herî zêde jî bombebaran li Tehran, Îsfehan, Xuzistan, Kirmaşan û Loristanê çêbûn.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mafên Mirovan (HRANA), di 24 saetan de 700 êriş li ser Îranê hatine kirin û ev êriş 21 parêzgehan li xwe digirin.
Lêgerîna di bin xirbeyan de didome
Şaredarê Herêma 2yan a Tehranê Mehdî Salihî li ser bombebaranan axivî û got:
"Beriya du saetan ev der hat hedefgirtin û avahiyeke sêqatî hilweşiya.
Lêgerîna li pey kuştî û birîndaran didome.
Heta niha du birîndar hatin derxistin. Her wiha zêdetirî 100 avahiyên din jî zerer dît."
Zêdetirî 93 hezar cihên sivîl zerer dît
Heyva Sor a Îranê eşkere kir ku di encama bombebaranên dijwar de, 93 hezar û 233 yekeyên sivîl zerer dît.
Ji wan 71 hezar û 547 apartman in û 20 hezar û 779 jî avahiyên bazirganiyê ne.
Tenê li Tehranê, 31 hezar û 562 avahiyên niştecihbûnê û bazirganiyê zerer dît an jî bi temamî wêran bûn.
Endamekî Komeleya Heyva Sor a Îranê got:
"Ev avahiya ku hûn li pişt min dibînin, avahiyeke niştecihbûnê ya sivîl e.
Li kêleka wê avahiyeke îdarî heye ku bi mûşekan hatiye lêdan.
Tîmên hawarçûn û rizgarkirinê mijûlî rizgarkirina xelkê û derxistina terman in."
Supaya Pasdaran gefan dixwe
Li aliyê din, Supaya Pasdaran ragihand ku wan êrişî Îsraîlê û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê kiriye.
Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de hişyariyeke tund da karmend, mamoste û xwendekarên zanîngehên Amerîkayê yên li herêmê ku ji wan deran dûr bikevin.
Supaya Pasdaran got ku ew navend û cih dê ji wan re bibin "armancên rewa."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse