Her diçe îhtimala operasyoneke bejayî ya Amerîkayê zêdetir dibe

4 demjimêr berê
RÛDAW
Leşkerên Amerîkayê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Leşkerên Amerîkayê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Amerîka Opersyona Bejahî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Amerîkayê ragihand ku Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) planekê ji bo operasyoneke leşkerî ya bejahî li nav axa Îranê amade dike.

Amerîkayê di çarçoveya amadekariyan de ji bilî  50 hezar leşkerên xwe yên li Rojhilata Navîn, nêzîkî 7 hezar leşkerên din jî şandin herêmê û 10 hezar leşkerên din jî xwest.

Amadekariyên leşkerî zêde dibin

Balafirên çavdêriyê yên A-10, Firqeya 82yan a Parşutvanan û Yekeya 31ê ya Hêzên Deryayî ku di belavbûna bilez a li ser bejahiyê de pispor in, ji peravên Japonyayê ber bi herêmê ve hatin şandin.

Her wiha keştiyên balafirhilgir USS Lincoln li başûrê Deryaya Ereban û USS Ford li Deryaya Navîn lenger avêtine.

Keştiya balafirhilgir USS George Bush jî ku nêzîkî 70 balafirên şer hildigire ber bi herêmê ve di rê de ye.

Medyaya Amerîkayê qala wê yekê dike ku Wezareta Şer mijûlî amadekirina planekê ye da ku operasyoneke bejayî li nav axa Îranê pêk bîne.

Nêrînên pisporan

Pisporê Amerîkayî Kenneth Shockley li ser egera şerê bejahî daxuyanî da û got:

"Ez ne di wê baweriyê de me ku em belavbûneke mezin a hêzên Amerîkayê li Îranê bibînin.

Lê ez pêşbînî dikim ku hêzên Amerîkayê li çend giravan û li peravên Îranê bên bicihkirin.

Ev jî ji bo pêkanîna ewlehiya Tengava Hurmizê ye, eger pêwîst bike."

"Divê Amerîka biryara xwe bide"

Pisporê Leşkerî Francesco La Camera jî bal kişand ser encamên êrişên asmanî û got:

"Bi dîtina min eger em bala xwe bidin meydana şer, em dê bibînin ku êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê, artêşa Îranê ji êrişên bi mûşekan û kontrolkirina ewlehiya Tengava Hurmizê dûr nexistiye.

Lewma Amerîka neçar e biryara xwe bide, yan operasyona bejahî yan jî bidawîanîna şer."

Peyama Îranê ya "dojehê"

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, operasyoneke sînordar a bejahî wekî pêngaveke xerab nabîne.

Li aliyê din, Îran jî gefan li Amerîkayê dixwe.

Tehranê berê xwe da leşkerên Amerîkayê û peyama "Hûn bi xêr hatin dojehê" da wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst