Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremîniya ragihand ku şerê bi Amerîka û Îsraîlê bi dawî nebûye kartên wan ên bihêz hene ku wan hîn bi kar neanîne
Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremîniya pêvajoya piştî pevçûnên li gel Amerîka û Îsraîlê nirxand
Mihemed Ekremîniya agirbesta heyî wekî "serdemeke bêdengiyê" bi nav kir.
Wî da zanîn ku ew ji Amerîkayê bawer nakin û got, "Şer bi dawî nebûye, me armancên xwe nû kirine û em bi kartên xwe yên ku me hîn bi kar neanîne ji bo êrişeke nû amade ne."
Pêşbîniya êrişê û amadekarî
Mihemed Ekremîniya beşdarî bernameyeke televîzyona dewletê ya Îranê bû û li ser operasyonên leşkerî yên li qadê agahiyên berfireh dan.
Wî bal kişand ser asta amadekariya artêşê ya beriya şer.
Berdevkê Artêşa Îranê diyar kir ku yekeyên îstixbaratê îhtîmala êrişê ji berê de dîtine.
Wî da zanîn ku bicihkirina Hêzên Bejahiyê ya li herêmên stratejîk rê li ber êrişeke bejahî girtiye.
"Me 170 amûrên asmanî xistin xwarê"
Ekremîniya li ser bîlançoya şer jî hinek amar eşkere kirin.
Wî ev pêvajo wekî "Şerê Remezanê" bi nav kir.
Li gorî îdiaya Ekremîniya, di vî şerî de 16 jê balafirên şer bi giştî 170 amûrên asmanî yên dijmin hatine têkbirin.
Ekremîniya behsa serkeftina Hêzên Asmanî jî kir û got:
"Me di destpêka şer de li Hewlêr, Kuweyt û Qeterê gelek êriş birin ser baregehên dijmin.
Bi taybetî operasyona me ya bi balafirên F-5an a ku qatên parastina asmanî ya Amerîkayê derbas kirin û rasterast baregehên Amerîkayê kirin armanc, di çapemeniya cîhanê de jî cih girt.
Ev ji aliyê leşkerî ve serkeftineke bêhempa ye."
"Hîn şer bi dawî nebûye"
Ekremîniya tekez kir ku di dema agirbestê de wan sistî nekiriye û ji bo artêşê ev peyam da:
"Em şer wekî bidawîbûyî qebûl nakin. Ji ber bêbaweriya me ya li hemberî dijmin, em banka xwe ya armancan berfireh dikin.
Her wiha em perwerdeyên xwe jî bê navber didomînin. Di ronahiya tecrubeyên xwe yên şer de, me kel û pelên xwe nû kirin û yên nû çêkirin.
Eger dijmin careke din hewl bide êriş bike, em dê bi rêbaz û amûrên ku qet li bendê nînin wan pêşwazî bikin."
"Em ji bo şerê demdirêj amade ne"
Ekremîniya da zanîn ku kapasîteya pîşesaziya leşkerî ya Îranê di dema şer de jî dikare hilbirînê bike.
Wî bi van gotinan gef li Washington û Tel Evîvê xwarin:
"Dema ku şer berdewam dikir, me dronên nû hilbirandin û şandin eniyê.
Bi vê hêza xwe ya hilberînê û piştgiriya gelê xwe, heta ku em dijmin poşman bikin kapasîteya me heye ku em bi salan şer bikin.
Kartên me yên gelekî bihêz hene ku me hîn neavêtine ser maseyê."
Ekremîniya diyar kir ku moralê artêşê di lûtkeyê de ye û bi piştgiriya gel ev hêz ducare bûye.
Wî destnîşan kir ku li hemberî her hewldanên ku gefê li ewlehî û sînorên Îranê bixwe, dê bersiveke "ji ya berê gelekî tundtir" bê dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse