Li Sîstan û Belûçistanê êrişa bi çekê: 2 polîs hatin kuştin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Sîstan û Belûçistan Êriş Polîs Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Zahîdanê êrişî hêzên ewlehiyê hat kirin. Di encama êrişê de 2 polîs hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Polîsan a Sîstan û Belûçistanê li ser bûyerê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li bajarê Zahîdanê çend çekdarên nenas gule berdan otomobîleke hêzên ewlehiyê.

Di encamê de 2 polîs hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn."

Li gorî daxuyaniyê, êriş di dema dewriyeya hêzên polîsan a li Kolana Baqiriyê ya navçeya Şêrawayê de rû daye.

Hat diyarkirin ku di êrişê de efserê polîsan ê bi navê Mihemedreza Nîzamdost li cihê bûyerê miriye û 3 polîsên din jî birîndar bûne.

Polîsên Zahîdanê çend demjimêran piştî bûyerê eşkere kir ku polîsê birîndar ê bi navê Elî Mumînî yê ji Zahîdanê jî miriye.

Di daxuyaniya polîsan de li ser navê her du birîndarên din zanyarî nehatin dayîn.

Çekdar reviyan

Li gorî medyaya Îranê, çekdar piştî êrişê ji cihê bûyerê reviyane.

Hêzên ewlehiyê li navçeyê belav bûne. Rêyên çûn û hatinê yên navçeya Şêrawayê û cihê bûyerê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.

Heta niha ti aliyî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Polîsên Zahîdanê diyar kir ku xebat û hewldanên wan ên ji bo desteserkirina êrişkaran didomin.

Koma Ceyşul Adilê ku komeke çekdar a Belûçan e û li dijî Komara Îslamî ya Îranê ye, dem bi dem êrişî binke û baregehên ewlehiyê yên li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst