Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de li çoltera bajarê Qûmê 4 teqîn çêbûne.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Alîkarê Parêzgarê Qûmê Murteza Heyderî li ser mijarê agahî dane û gotiye:
"Du herêmên cuda yên li derveyî bajêr bi giştî bûn armanca 4 mûşekên Amerîka û Îsraîlê."
Wî rayedarê Îranî li ser ziyanên canî û madî yên bûyerê ti daxuyanî nedane.
Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê ji 28ê Sibatê ve berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse